KCDP: Di meha cotmehê de 34 jin hatin kuştin 2022-11-03 11:45:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên KCDP’ê ya meha cotmehê, 34 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û mirina 26 jinan jî bi guman e.    Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha cotmehê aşkera kir. Li gorî raporê di meha cotmehê de 34 jin ji hêla mêran ve hatine qetilkirin û mirina 26 jinan jî bi guman e.    Di rapora platformê de hat diyar kirin ku di 10 mehên dawiyê ya sala 2022'yan de 275 jin ji hêla mêran ve hatine kuştin û di raporê de wiha hat gotin: "Li gorî sala borî ji sedî 88 kuştina jinan zêdê bûye.    Di meha cotmehê de 2 jin bi hinceta aboriyê, 11 jin ji ber daxwaza hevberdanê hatine kuştin. Hinceta kuştina 21 jinan jî nayê zanîn. 18 jin ji hêla mêrê pêre zewicandî ve hat qetilkirin. 2 jin ji hêla mêrê pêre dijî ve hat qetilkirin. 2 jin ji hêla xizm û 2 jin jî ji hêla bavê xwe ve hat qetilkirin. Jinek ji hêla birayê xwe ve û 6 jin jî ji hêla naskiriyên xwe ve hatin kuştin. Jinek jî nayê zanîn ku ji hêla kî ve hatiye kuştin. 20 jin li malê, 7 jin li kolanê, 2 jin li cihê kar, jinek li araziyê, jinek li otelê, jinêk li cihê kêyfê û jinek jî li ser rê hat kuştin. Jinek jî nayê zanîn ku li ku hatiye qetilkirin.   12 sal in li dijî qetilkirina jinan têkoşînek heye. Di sala 2010'an vir ve jî em daneyên qetilkirina jinan parvedikin. Lê belê Wezareta Karê Hundir li şûna ku daneyên qetilkirina jinan ragihînê, li hemberî daneyên jinan derdikeve. Mekanîzmayên dewletê divê li dijî qetilkirina jinan tedbîrek bigire. Em wek platform jî dê xebatên xwe ya ji bo mekanîzmayên dewletê karê xwe bike têkoşîna xwe bidomînin."