Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan 2022-11-02 14:37:49     KOBANÊ - Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Qada Jina Azad meşek girseyî li dar xistin û gotin:"Bi hêz û îradeya gel rizgarkirina Rêbertî pêkan e."   Girseya xwepêşandêran ji saetên serê sibehê de berê xwe da Qada Jin Azad a li naverasta Kobanê û li dijî siyaseta dewleta tirk a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de dimeşîne û tecrîda giran, çalakî kirin.   Wêneyên rêber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên sembola serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Jîna Emînî di çalakiyê de hatin bilindkirin.   Xwepêşandêr heta Qada Aştiyê ya li bakurê bajêr ya nêzî deriyê sînorî yê bi Bakurê Kurdistanê re, meşiyan.   Li wê derê, endama rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî. Sara destnîşan kir ku asta beşdarbûna xwepêşandanê, bandora fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser gel û têkoşîna gel a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîşan dide.   Sara Xelîl wiha axivî: “Rêxistinên têkildar, hîna li hember kiryarên li dijî rêber Apo di Girtîgeha Îmraliyê de tên kirin bê helwest in, nîşaneyek berçav e ku ew hevkarên dagirkeriya Tirk in. Em bi van lîstokan naxapin. Bi hêz û îradeya gel rizgarkirina Rêbertî pêkan e.”   Li gund û bajarokên cuda yên kantona Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rojane çalakî tên lidarxistin.