Karsazên jin li Amedê civiyan: Em ê bi hev re bi ser kevin 2022-11-02 12:37:52      AMED - Li Amedê gelek karsazên jin hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endama DTSO’yê Seda Berakatoglû axivî û got: "Em bi hev re derketin rê û em ê bi hev re bi ser kevin. Em bi biryar in ku pêşeroja xwe bi hev re bi rêbazek rêveberî ya beşdar û zelal ava bikin.2   Bi organizasyona hevpar a Meclîsa Jinê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO), Lijneya Karsazên Jin ên Parêzgeha Yekîtiya (KAGÎK) Ode û Borseyên Berhemên Tirkiyeyê (TOBB), Komeleya Jinên Karsaz a Rojhilat-Başûrrojhilat (DOGUNKAD) ve li Sakli Konak a navçeya Sûr a Amedê bi çapemeniyê re hat li cem hev. Gelek jinên karsaz û rojnameger tevlî bernameyê bûn.   Endama DTSO’yê Seda Berakatoglû daxuyaniyê xwend. Seda, anî ziman ku dema wan meclîsa jinan ava kirine ne bi tenê wek meclîs tevgeriyane û got armanca wan ew e ku jin di hemû qadên sektora taybet de bi awayekî aktîf cih bigirin û bi ser ketine û wiha got: “Îro di her 16 komên pîşeyî yên cuda yên odeya me de zêdetirî 2 hezar endamên jin hene. 35 endamên jin di beşên cuda de kar dikin û di organên odeya me de bi awayekî aktîf cih girtine. Ji 16 komîteyên pîşeyî 4 jê endamên jin û 6 ji wan jî cîgir bûn. Her wiha di meclîsa odeya me de 5 endamên jin hene, yek ji wan di Desteya Rêveber de cih girtiye.”   ‘Em ê bi hev re bi ser kevin’   Seda, bi lêv kir ku ode di pêşketina aborî, civakî û çandî ya herêmê de kedeke girîng didin û wiha domand: “Em dizanin û dibînin ku ji bo ku ev xebat bigihêjin astên pêşdetir û li ser esasê wekheviya zayendî bi şêwazeke jiyanê ya tevayî bidomin, divê em gelek hewl bidin û dem zêdetir xerc bikin. Ji vî alî ve em bang li hemû sazî û rêxistinan dikin ku prensîba wekheviya zayendî ya ku odeya me pêk tîne bipejirînin û bi cih bînin û bi ruhê hevgirtina jinên karsaz tevbigerin. Em bi hev re derketin rê û em ê bi hev re bi ser bikevin. Em bi biryar in ku pêşeroja xwe bi hev re bi rêbazek rêveberî ya beşdar û zelal ava bikin. Divê tu kes gumanê neke ku em ê bi hemû pêkhateyên bajarê xwe re vê yekê pêk bînin.”   ‘Em dikarin karên baştir bi dest bixin’   Seroka Lijneya DOGUNKAD'ê Rojda Yilmaz jî diyar kir ku ew bi hemû jinên karsaz re li hev in û ev tiştan anî ziman: “Em spasiya DTSO’ê dikin ku di avakirina meclîsa jinan de piştgirî da me. Wan jî di vê pêvajoyê de gelek ked dan. Ger em jin werin cem hev em dikarin karên baştir bi dest bixin.”   ‘Ger jin hebe sibe jî heye’   Seroka TOBB'ê ya Bajarê Amedê Zulay Koç jî destnîşan kir ku ji ber bi jinên karsaz re hatina cem hev bi watedar e û wiha pêlda axaftina xwe: “Nûnertiya jinên karsaz pir watedar e. Ji roja ku em hatine damezrandin, ji bo ku jin di desteyên rêveberiyê de xuya bibin me gelek xebat meşandine û em ê bimeşînin. Me encamên plana çalakiya wekheviya zayendî li Amedê bi bandortir dît. Kesên ku bi mere tevgeriyan spas dikin. Em ji bîr nekin ku ger jin hebe sibe jî heye.”   Piştî axaftinan daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.