MKGP û DFG: Gotin qediya dora çalakiyê ye 2022-11-02 12:33:41     AMED - MKGP û DFG'ê girtina 9 rojnamegeran bi daxuyaniyeke şermezar kir û wiha bang li raya giştî kirin: "Gotin qediya dora çalakiyê ye. Bi nivîs û nûçeyên ku hûn ê bişînin hûn dikarin li dijî kesên êrişî JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê dikin, bi me re têkevin nava piştevaniyê."    Nûçegihanên me Habîbe Eren û Oznûr Deger, Midûrê Karên Nivîsê yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Denîz Nazlîm, Selman Guzelyuz, Yalçin, Ceylan Şahînli û Emrullah Acar di 29'ê cotmehê de hatin kirin. Derbarê girtina rojnamegeran de Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li ber avahiya DFG'ê ya li Kolana Hunerê ya Ofîsê ya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên rojnamegerên ku hatî girtin hat vekirin. Nûnerên sazî û partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn. Berdevka MKGP'ê Roza Metîna bi kurdî û Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftîoglu jî bi tirkî metna daxuyaniyê xwend.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Komara Tirkiyeyê ket 99 saliya xwe lê belê azadiya çapemeniyê ya ku çavkaniyeke girîng a azadiya raman, vegotin û demokrasiyê ye di bin lingan de ye. Di berbanga 29'ê Cotmehê de roja ku komar ket 99 saliya xwe 9 rojnameger hatin girtin. A ji we re karneya komarê! Tenê di pênc mehên dawî de bi operasyonên organîzekirî yên siyaseta îktidarê 26 rojnameger hatin girtin. Dema ji mala xwe hatin girtin polîsan bi îşkenceyê ew birin girtîgehê. Bi kelepçeya berovajî destên wan hatin kelepçekirin, hat xwestin serê wan bê tewandin. Dîmenên vê îşkenceyê ji aliyê emniyetê ve hat servîskirin. Bi vî rengî ji yên li pişt mane peyamek ragihandin! Fêdeya tirsê ji mirinê re tune ye. Rojekê teqez hûn ê hesabê vê fediyê serê xwe bitewînin û bidin.    Em ê hebin û em li vir in   Gelek îktidar hatin û çûn, di hedefa gişan de Çapemeniya Azad hebû. Avahiyên rojnameyan hatin bombebarankirin, rojnameger hatin kuştin, kirin girtîgehê lê belê Çapemeniya Kurdî tu carî gav paşde neavêt. Berovajî vê yekê bi ser rastiyê de çûn û lîstikên qirêj ên îktidaran deşîfre kirin. Em bang li mamosteyên aqil ên îktidarê yên dibêjin "Hûn do dihatin kuştin lê îro tên girtin" û bi vê gotinê dixwazin em ji halê xwe şukur bikin: Ev hewldanên we belasebe ye, hûn ê di bin zilm û behiqûqiyê de bimînin, aqubeta îktidarên din çawa bû ya we jî wê wiha be. Di nava her şertî de em hebûn, em ê hebin û em li vir in; hûn ê biçin, hem jî demildest.    Dosyayên berê û hûn ji refan dadixin.    Hûn êdî gotina 'Ev ne rojnameger in' nikarin bi tu kesî bidin bawerkirin. Yên ji îktidara we çepikan dixin qey rojnameger in? Em ne ew rojnameger in ku hûn têxin xetekê û bêjin 'Çi hewce dike bike'; Em ê tu carî jî nebin. Hûn nikarin rêxistinên em endamên wan e, saziyên çapemeniyê yên em lê dixebitin, berdêla me bi xwêdana eniya xwe daye, hevdîtinên telefonan ên bi jêderkên nûçeyên me re, nûçeyên me, bi dosyayên ku we amade kirine, bi kriminalizekirin û terorîzekirinê, encamê bigirin. Dema Gelê Kurd û çapemeniya Gelê Kurd kîmyaya we xera dike hûn dest diavêjin dosyayên berê û hûn ji refan dadixin. Hûn dibêjin qey hûn ê bi vî rengî rizgar bibin. Lê wê wiha nebe. Ew ê hewldana we ya ji bo guhertina rojevê jî bi encam nebe; Ew ê emrê şaxê şer ê ku hûn pê digirin têrê neke ku emrê we dirêj bike.    Em dikarin vê zilmê bi hev re têk bibin.    Banga me, ne ji yên ku vê zilmê li me dike ye, em bang li rêxistinên pîşeyê yên çapemeniyê, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerên ji dayina berdêlê xwe venakşînin û azadiya girtina nûçeyan a civakê diparêzin, dikin. Çimkî em ji tecrubeyên rabirdûyê dizanin; îro em sibehê hûn ê di hedefê de bin. Dibe ku sibehê gelekî dereng bikeve. Em dikarin vê zilmê bi hev re têk bibin. Tiştên ji me girtine em dikarin paşde bigirin. Ev hêza me heye, bes em li ber xwe bidin û bi hev re bin.    Gotin qediya dora çalakiyê ye   Loma em dibêjin: Gotin qediya dora çalakiyê ye. Ji vir em dixwazin kampanyayekê ragihînin û em dixwazin dest pê bikin. Bi nivîs û nûçeyên ku hûn ê bişînin hûn dikarin li dijî kesên êrişî JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê dikin, bi me re têkevin nava piştevaniyê. Em hemû hempîşeyên xwe vedixwînin kampanyaya 'Nûçeyekê jî tu bişînî'; Ew ê nûçe û nivîsên we hêzê bide me, qeydên li lingê çapemeniyê geriyane wê bişkên."