Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê banga tevlîbûna meşa Silopiyê 2022-11-02 12:27:43     WAN - Di 6'ê mijdarê de li Silopiyê meşek tê lidarxistin, derbarê meşê de Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê banga tevlibûnê li gel kir.    Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî başûrê Kurdistanê dê di 6'ê mijdarê de li Silopiya Şirnexê meşek bê lidarxistin. Derbarê meşê de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê li baxçeya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê li gel kir.    Li ser navê dayikan Rabîa Algor axivî û got: "Em bang li rayedarên dewletê dikin ku bi çekên kîmyewî êrişê li çiyayên me dikin. Em vê tiştî qebûl nakin. Li hemberî Gelê Kurd zextek mezin heye. Em carek din ban li PDK'ê dikin ku dev jî hevkariya dijminatiyê berde.    Em ji vir bang li xelkê Wanê dikin ku tevlî meşê bibin."