Mizgîn Tahir: Jîna dê her dilê me de bijî 2022-11-02 10:33:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda kurd Mizgîn Tahir diyar kir ku Jîna Mahsa Amînî bû sembolek û dê her di dilê me de bijî.    Qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li tevahiya cîhanê hate şermezarkirin. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî tevahî gel rabû ser piyan û li dijî rejîma Îranê serî rakir. Bertek û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina Jinayê û her wiha piştevaniya ji bo serhildana rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî didomin. Hunermenda operayê Mizgîn Tahir derbarê Jinayê de ji Ajansa NûJINHA'yê re axivî. bi riya ajansa me re peyamek bide ji Akademiya Orkestra ya Rojava.   Mizgîna ku niha di Akademiya Orkestra ya Rojava de cih digire zarokan perwerde dike, ji bo Jîna Mahsa Amînî wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Jîna jineke kurd e ji rojhilatê Kurdistanê ye, ji ber ku xwest azad bijî, ew hat qetilkirin. Jîna qedexe û serdestiya dewletê ve û quralên hişk qebûl nekir, kefiya ku bi zorê dan ser porê wê qebûl nekir, nexwest tu kes wê asê bike û girêbide. Sîstema desthilatdar bi hemû şêweyan dixwaze jinan asê bike û wan ji azadiya wan dûr bixe, ji ber vê yekê jî ew qetil kirin.”   Azadî ji bo her kesê serkeftin û encamgirtin e, ne tenê ji bo jinan, ji bo hemû kesên li ser rûyê erdê azadî serkeftin e. Eger em wekî hunermend ne azad bin, dê hunera me bi ser nekeve û em ê nikaribin peyama xwe bigihîjînin. Gere em hemû bizanibin ku jina kurd Jîna sembolek e ji bo me û dê her dem di nava dilê me de bijî.   Ji Rojava heta Rojhilat silavê xwe rêdikim, hevala rihê min a azad Jîna. Tu sembolê ji bo ku rihê xwe ji bo te bidim, rihê min bi te azad dibe.”