RSF: Tirkiye wê di dawiya lîsteyê de cih bigire 2022-11-02 09:06:03     Melek Avci   ENQERE - Ji RSF Paulîne Ades Mevel der barê girtina rojnamegerên Çapemeniya Azad de axivî û got: “Mi meha hezîranê heta niha 27 rojnameger hatin girtin. Tirkiye jî wek Çîn, Myanmar û Îranê wê bikeve nav welatên ku herî zêde rojnamegeran digirin. Ji ber Tirkiye wê di dawiya lîsteyê de cih bigire.”   Nûçegihanên me Habîbe Eren û Oznûr Deger ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqereyê de di 25’ê Cotmehê de di bin îşkenceyê de hatibûn  binçavkirin, Midûrê Karên Nivîsê yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Denîz Nazlîm, Selman Guzelyuz, Yalçin, Ceylan Şahînli û Emrullah Acar di 29'ê cotmehê de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" nîvê şevê sewqî dadgehê hatin kirin. Nûçegihana MA'yê Zemo Aggoz a di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin û Mehmet Gunhan ê demekê li buroya MA'yê ya Enqereyê staj dikir, bi hepsa malê û kontrola edlî hatin berdan.   9 rojnameger birin Kampusa Girtîgeha Sîncanê û li wir bi binpêkirina mafan re hatin rû hev. Rojnamegerên mêr kirin hucra yek kesî û yên jin jî lêgerîna tazî lê fez kirin bi saetan tî hiştin. Bertek û şermezarkirinên li dijî girtina rojnamegran didome.   Ji Tora Rojnamegerên Sînornenas (Reporters Without Borders- RSF) Pauline Adès Mével,  li ser navê RSF der barê binpêkirina mafan ya li ser rojnamegerên Kurd ji ajansa me re axivî.   ‘Em Qanûnsa Sansurê şermezar dikin’   Paulîne Ades Mevel Qanûna Sansurê rexne kir û got: “Em RSF qanûna dezenformasyonê ya di 13’yê cotmehê de hatiye qebûlkirin şermezar dikin.  29’emîn xala qanûnê ji ber nezelaliya xwe rîska ku bi xerab bê bikaranîn dihewîne û em ji ber vê jî bi fikarin. Her çiqas li dijî nûçeyên sexte an jî belavbûna dezenformasyonê têkoşîn rewa be jî yên qanûnan amade dikin û hikûmet, piranî bi qanûnên qels ku kêrî tiştekî nakin û biryarnameyan hewl didin li dijî vê têbikoşin. Tirkiye jî di vê rê de dimeşe. Ji darbeya 2016’an heta niha  ji tasfiyeyan heta niha pirsgirêkên de barê darazê de pir aşkera derketin holê. Ji wê demê heta niha tevî hinek biryarên ji Dadgeha Destura Bingehîn hatine, daraz ji kesên ku hikûmet dixwaze ava dibe.”   ‘Hewl didin tirsê biafirînin’   Paulîne destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide tirsê biafrîne û li şûna vê dikare rê û bazên ku dikare nûçe û agahiyên rast bê girtin, bişopîne. Paulîne wiha vegot: “Tirkiye li şûna serî li otosansurê bide li şûna rojnamegeran bigire û peşî li girtina nûçeyan bigire divê bi alavên bawermend, girtina nûçeyên rast teşwîq bike. Em bertek nîşanê girtina rojnamegerên çapemeniya azad didin. Tirkiye ket dawiya lîsteya azadiya çapemeniyê. Di meha hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin û niha 11 hebên din hatin girtin. Di van girtinan de kampanya hilbijartinê û qanûna dezenformasyonê bi bandore. Ji meha hezîranê de 27 rojnameger hatin girtin. Tirkiye jî wek Çîn, Myanmar û Îranê wê bikeve nav welatên ku herî zêde rojnamegeran digirin. Ji ber Tirkiye wê di dawiya lîsteyê de cih bigire. Çapemeniya Kurd di bin êriş û zextên giran de ye. Rojnamegerî ne sûc e. Me der barê vê de bi dehan carî fikarên xwe vegotin. Em banga berdana rojnamegeran dikin. Divê rojnameger demildest bên berdan.”