ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2022'YAN 2022-11-02 09:00:00   *Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê, Zelox Bekir dest nîşanî armanca hêzên dagirker a di dirêjahiya aloziya Sûriyeyê de kir û got: "Dewletên dagirker xwestin di dirêjahiya aloziya Sûriyeyê de sûdê ji bo berjewendiyên xwe werbigirin. Lihevkirinên di nava Sûriye û Tirkiyeyê de armanca dagirkirina hinek deverên din nîşan dide." DÎMEN HEYE   *Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bikaranîna çekên kimyewî şermezar kirin û destnîşan kirin ku mirovên xwedî wîjdan divê vê zilmê qebûl nekin û herkes li dijî bikaranîna çekên kimyewî dakeve qadan. DÎMEN HEYE   *Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu, têkildarî êrişên li ser rojnamegeran û komeleya wan axivî û anî ziman ku îktîdar ji çapemeniyê ditirse û ji ber vê yekê dixwaze serê rojnamegeran bitewîne û got: “Hikûmetê bi pergala xwe ya darazê hewl da ku tiştekî nû biafirîne û komeleyek ku di prosedûreke asayî ya qanûnî de cih digire sûcdar bike.”  BI DÎMEN    *Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk ji bo meşên ku wê di 6’ê Mijdarê de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Sîlopî û Stenbolê pêk bê bang kir û da zanîn ku wê li her du bajaran ji bo îdiayên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de derkevin holê daxwazên xwe bînin ziman. BI DÎMEN    *Ji RSF Paulîne Ades Mevel der barê girtina rojnamegerên Çapemeniya Azad de axivî û got: “Mi meha hezîranê heta niha 27 rojnameger hatin girtin. Tirkiye jî wek Çîn, Myanmar û Îranê wê bikeve nav welatên ku herî zêde rojnamegeran digirin. Ji ber Tirkiye wê di dawiya lîsteyê de cih bigire.” BI DÎMEN   *Dîlşah Alkan bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û da zanîn ku bila tecrîda li ser girtiyan bê bidawîkirin. Dilaşhê got ku tecrîd bandora xwe li ser ziman û çanda wan jî dike.  DÎMEN HEYE    *Derhênera fîlman a Swêdî Manal Masrî di 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê de belgefîlmê xwe yê bi navê ‘ Touchîn Freedom’ ku berxwedana Kobanê vedigot nîşan da. Manal da zanîn ku Kobanê ji bo gelê Kurd fedekariyek mezin kiriye û ev berxwedan hîna didome.