Remziye Tosûn a HDP’yî: Bi felsefeya Kobanê em ê berxwedanê bidomînin 2022-11-01 18:19:43     AMED - Di daxuyaniya bi boneya Roja Kobanê ya Cihanê de hat gotin ku ew ê bi felsefeya berxwedanê ya ji Kobanê belavê cihanê bûye li berxwe bidin.    Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyanî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê girseya ku li Ceda Sakarya ya navçeya Rêzanê kom bûn bi dirûşmeya “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye” berz kirin ve heta cihê daxuyaniya ku li Parka Koşûyolûyê meşiyan. Girseya ku ji Semta Ofîsê ber bi Koşûyolû ve meşiyan bi dirûşmeyên “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye”, “Bijî berxwedana Zap ê”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Polîsan li vir girse dorpêç kir û piştî demekê destûr dan ku derbasî cihê daxuyaniyê bibin.    ‘Berxwedanek mezin derket holê’   Girseya ku meşiya bi girseya li parkê ve hatin cem hevdû û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de di serî de Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Zeyyat, anî ziman ku berxwedana Kobanê berxwedana mirovahiyê ye û wiha got: “Li Kobanê li dijî zihniyeta DAÎŞ’ê berxwedanek mezin derket holê. Kesên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan em bi bîr tînin. Çi dibe bila bibe em ê xwedî vê berxwedanê derbikevin. Bijî Berxwedana Kobanê.”   ‘Bi felsefeya Kobanê em ê berxwedanê bidomînin’    Piştre Hevseroka HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun axivî. Remziye jî destnîşan kir ku her tim li ser wan tecrîdek tê meşandin. Remziye, destnîşan kir ku di şexsê jinê de li hemû cihanê berxwedanek mezin belav bûye û wiha domand: “Lê belê dema em lê dinêrin hikûmet dixwaze tola vê serkeftinê ji hemû siyasetmedar û hevserokên berê hilîne. Bila bizanibin ku Kobanê felsefe bû û li hemû cihanê belav bû û bû mînak. Nahêlin ev mînak li Tirkiye û Kurdistanê belav bibe. Ji ber ku dizanin eger wisa bibe dê aştî pêk were û gel bi hevre bijîn. Îktîdar her kesê ku rastiyê dipeyive kir hedef. Xebatkarên çapemeniya azad ên ku rastiyê dinivîsin binçavkirin û girtin. Mamoste Şemnem ji ber ku behsa heqîqeta çekên kîmyewî kir hat girtin. Em careke din dibêjin bi vê felsefeye dê berxwedan bidome. Kesên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane em bi bîr tînin.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.