Bêdengiya OPCW'ê li Hollandayê hat şermezarkirin 2022-11-01 16:42:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li Hollandayê li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, OPCW’ê protesto kirin.   Kurdistanî û dostên wan li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk  bêdeng dimîne, şermezar kirin.   Bi dirûşmeyên, “Êrîşên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê li ser Kurdan rawestînin” û “OPCW çima lêkolînê nake?” Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li başûrê Kurdistanê li dijî gerîla pêk tîne bêdeng dimîne, hat protestokirin. Meş bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo gerîlayên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, hatdestpêkirin.   Xoşnav Ata ku bi mehan e li ber OPCW’ê çalakiya rûniştinê li dar dixe, bi pankarta “Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî biraziyên min qetil kirin” li refa pêşiyê ya meşê cih girt. Girse bi pankartên, “OPCW, bêdeng nemîne, lêkolînê bike û ji bo ku çekên kîmyewî bi kar neyne, Tirkiyeyê rawestine” meşa xwe didomand.   Meş bi tevkariya ADGB, rêxistinên bîr û baweriyan, rêxistinên Kurdistanî, rêxistinên ciwan û jinan hat lidarxistin.