Di Roja Kobanê ya Cîhanê de berxwedêr hatin bîranîn 2022-11-01 13:24:38     COLEMÊRG - Li Colemêrgê di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li ber avahiya partiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Tevî hevserokên bajêr ên partiyê gelek endamên partiyê tevli daxuyaniyê bûn. Rêveberê HDP'ê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku vîna jinên Kobanê Arîn Mîrkan e, hevgirtina wê ya navneteweyî Apê Rifat, Kader Ortakaya, Azîz Guler û keça desmal sor Ayşe Deniz Karacagîl e. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin,  "Em bi rêzdarî li ber bîranîna berxwedêran bejna xwe ditewînin û gelên ku ji mirovahiyê hez dikin, nîşanî me dan ku barbar û mêtînger wê bi berxwedan û hevgirtinê têk biçin û di vê berxwedana watedar de bê teredut canê xwe feda kirin.  Ji bo tevahiya mirovahiyê em bejna xwe li ber vê têkoşînê ditewînin."   Piştî daxuyaniyê welatiyê bi navê Onur Selçuk ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.