Tevgerên jinan ên cîhanê di Konferansa Jinê ya Navneteweyî de kom dibin 2022-11-01 10:22:25     NAVENDA NÛÇEYAN -Tevna Jin Paşerojê Dihûnin, wê di 5-6'ê Mijdarê de bi dirûşma "Şoreşa me azadkirina jiyanê ye" li Berlînê konferansekê li dar Haskar Kirmizigul di nav xebatên amadekariya konferansê de ye diyar kir ku wê konferans di warê beşdarî û naverokê de gelekî berfireh be.   Bi dirûşma "Şoreşa me azadkirina jiyanê ye" wê li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê di 5-6’ê Mijdarê de Konferansa Jinan a Navneteweyî ya 2’emîn were lidarxistin. Haskar Kirmizigul a ku endama Akademiya Jineolojiyê ye û di heman demê de di nav xebatên amadekariya Konferansa Jinan a Navneteweyî ya 2’emîn de cih digire derbarê amadekarî, hedef û naveroka konferansê ji ANF’ê re axivî.    Haskar, diyar kir ku konferans bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ji aliyê Tora Jin Dahatûyê Ava Dikin tê organîzekirin û got: "Tevgerên jinan ên ji Amerîkaya Latîn, Rojhilata Navîn, Asya û Ewropayê tevlî vê konferansê dibin. Armanc ev e ku li dijî pergala serdest a mêr û modernîteya kapîtalîst têkoşîna jinan bi hev re bikin yek, xalên hevpar bibînin û di têkoşîna jinan a li dijî pergalê de enerjiyê kom bikin. Ev konferans bi rastî jî berdewamiya wê ye. Vê carê wê li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê bê lidarxistin.”   'Li ser pêşeroja jinan nîqaş dê bê kirin'    Haskar da zanîn ku konferans ne tenê ji bo Tevgera Jinên Kurd, ji bo gelek tevgeran jî girîng bû û ev agahî da: “Ji 41 welatan zêdetirî 800 kesî qeyda xwe tomar kirin û ji ber eywanê têr nekir em neçar man pêvajoya qeydkirinê bidin sekinandin. Di nav van 41 welatan de ne tenê jinên Ewropî, di heman demê de jinên Rojhilata Navîn ên li Ewropayê wek koçber dijîn û jinên ji Afganîstanê jî hene. Dîsa li vir ji Sûdan, Yemen, Hindistan, Fîlîpîn, Guatemala, Kolombiya, Arjantîn û hemû welatên Ewropayê beşdar hene. Aliyekî din ê balkêş ev e; bi taybetî vê carê daxwaza beşdarbûna welatên Balkan pir zêde ye. Jinên Filistînî jî hene. Tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê jî. Yanî me asteke wiha berfireh daniye ber xwe. Li gorî min potansiyeleke têra xwe hebû ku li ser pêşeroja jinan nîqaş bikin.”   'Ji tevgeran dixwazin sûdê werbigirin'   Haskar, destnîşan kir ku konferans di encama pêvajoyekê de pêk hatiye û wiha dewam kir: “Ev ne tenê ev kes in ku eleqe nîşanî dawetname û daxuyaniyên me dane. Ya rastî piraniya wan bi Tevgera Jinên Kurd re hevdîtin pêk anîn; hem îdeolojiya azadiya jinê hem jî bi şoreşa jinê ya ku li ser bingehê jineolojiyê hewl dide pêş bixîne ji nêz ve nas dike, dixwaze wê nas bike û weke çavkaniya îlhamê bibîne; Tevger û kolektîfên ku dixwazin ji ezmûnek îdeolojîk, lêgerîna felsefî û bingehek zanistî ya ewqas xurt sûd werbigirin. Hin ji van pir berfireh in; wek Non Una Di Meno... Tevgereke ku bi giranî di têkoşîna li Amerîkaya Latîn de destkeftî bi dest xistiye. Ev tevgerek e ku li Ewropayê tê kirin an jî li Ewropayê bandora wê jî hene. Jin wê ji grevên jinan, kolektîfên cuda yên jinan, kooperatîfên jinan, tevgerên jinan ên ekolojiyê beşdar bibin. Di heman demê de yek ji xalên herî girîng jî têkoşîna jinên ji Abya Yala, welatên Amerîkaya Latîn, li dijî şîrketên pirneteweyî û şebekeyên ku ji aliyê rêxistinên sîwan ve di nava wan de hatine avakirin, bi taybetî jî di encama têkoşîna ji bo hebûna xwecihiyan de ye wê weke nûner, beşdar û axaftvan di vê konferansê de cih bigirin.”   'Bi 20 zimanan pankarta jin jiyan azadî...'    Haskar di axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "jin, jiyan, azadî formûleke efsûnî ye. Beriya serhildanên jinan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di bernameya konferansê de mijara rûniştina bernameya konferansê bû, ango çawa paşerojê li hev bikin û rêya xwe bibînin. Yek ji sernavê berê jî 'Jin jiyan azadî' bû. Ev helbet ne tesaduf e. Di rastiyê de ev felsefeya jiyanê ye ku Tevgera Jinên Kurd timî rê li ber wê dide. Sloganek lê di heman demê de felsefeya jiyanê ye. Bêyî dîtina çavkaniya bingehê bîrdozî, bi paşxistina jêderê re bi rêveçûna wê ti encamekê dernakeve. Di vê wateyê de me hewl da ku em di konferansê de diyar bibin. Mînak di konferansê de tam nayê bîra min, beşdar wê bi 20 zimanan bi pankartên 'Jin jiyan azadî' bên silavkirin. Helbet sembolîk e. Ya girîng watekirina jiyanê, rast pênasekirina jinê û ji bo vê jî bi her cure amûran têkoşîneke pêwîst tê meşandin. Ji ber vê yekê dikare bibe rêxistin, dikare bibe kooperatîf, dikare bibe akademî, dikare bibe hêza xweparastinê, an jî dikare bibe bertekek zanistî. Bê guman wê ev yek were nîqaşkirin. Ev yek ji wan sedeman e ku konferans li gorî ya yekem bala xwe kişandiye ser xwe. Em dikarin bibêjin ku encama xebateke mezin bû; ev beşdarbûn, daxwaz û têkoşîna hevpar.”   'Ev tor wê ber bi ku ve biçe?'    Haskar, anî ziman ku di nava du rojan de ne pêkan e bernameya guhertina cîhanê bê diyarkirin, lê zemînek heye û wiha got: “Xebatên ku di 10 salên dawî de ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve hatine meşandin bingehê vê yekê ye. Helbet ne tenê konferansek e ku meriv li ser tiştan nîqaş bike û ji hev veqetîne. Ev jî pir girîng e. Di vê konferansê de, bi taybetî di komxebatên ku em ê li dar bixin, li vir aborî-ekolojî û têkoşîna li dijî faşîzmê heye. Em çawa dikarin tevgerên jinan ên ku hem li hundir û hem jî li derveyî sîstemê ne û têkoşîna wan a li ser jinê pêş bixin. Li ser mijarê wê atolye bên lidarxistin. Ji bo min atolye jî perwerde ye. Ev jî pir girîng e. Bingeha Tevgera Jina Kurd a ku xwe ewqas bi hêz û têk naçe, perwerde ye, ku Rêber Apo weke amûreke bingehîn destnîşan kir. Di vî warî de perwerde jî pir girîng e. Di van hemû komxebatan de, beşdarên konferansê wê hem serpêhatiyên xwe nîqaş bikin, hem jî li vir wê gelek beşdar û axaftvanên din jî fikra xwe bibêjin. Bi taybetî jî serpêhatî û tecrubeyên jineolojiyê yên di vî warî de bi rastî bandor li organîzekirina atolyeyan kirin. Li hemû qadên ku rastî serdestiya mêr tê, jin çawa dikarin alternatîfan biafirînin wê were nîqaşkirin. Nîqaş û belkî jî pêşniyazên ku ji van komxebatan derkevin holê dê pêşeroja konferansê diyar bike. Ev tor wê ber bi ku ve biçe? Bi gotineke din, tenê her du-sê salan carekê, niha dihate gotin ku dema wê du sal e, lê ji ber vîrûsa koronayê heta çar salan hat dirêjkirin, lê divê konferanseke karbidest be. Ev ne konferanseke ku tenê nîqaşên teorîk bike û biqede.   'Konferans dê serkeftineke mezin be'   Haskar, destnîşan kir ku di demeke kin de her tişt bi kûrahî nayê nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Ev destpêk, ev hevkarî, ev rengînbûn, ev hawîrdor, ev yekitiya mezin a ku ji ber van cudahiyan çêdibe wê çawa îlhamê bide me û her jinek ku beşdarî konferansê bibe? Li vir hêza jinê wê piçekî derkeve holê. Ji bo min, ya herî girîng ew e ku ew pratîk e. Hewldana me dê di vî warî de be. Jixwe ez di wê baweriyê de me ku ev konferans wê serkeftineke mezin be, hêviyek mezin biafirîne û îdîayek mezin derxe holê.   Herî dawî TJK-E jî îsal eleqeyeke mezin dibîne. Me jî li ser delegeyên TJK-E’yê sînor danî. Di vê konferansê de hema bêje hemû meclîs, komun, saziyên cuda û pêkhateyên cuda yên TJK-E yên li Ewropayê dijîn, yekem car wê ji nêz ve bibin şahidê van tevn, van girêdan û vê hêza ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve hatiye afirandin.”