Hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê derket 2022-11-01 09:47:42     STENBOL - Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê di temenê xwe yê duyem de bi sernavên "Şoreşa Jinê" û "Şoreşa sedsala 21'emîn an wê ji bi jinê pêk were an jî hîç" hat weşandin.    Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê ya di 1'ê Mijdara 2020'î de hejmara wê ya nû derket û ji 15 rojî carekê te weşandin ket temenê xwe yê duduyan. Heta niha gelek nivîskaran bi mijarên cuda di  Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê de nivîsandin. Pêveka Jinê pirsgirêkên jinên cîhanê, têkoşîn û destkeftiyên xwe kiriye mijar. Ji mijara polîtîkayên şer ên taybet ên li Kurdistanê bigire heta mijara Jineolojî, Peymana Stenbolê, tenduristiya jinê, ji Gulistan Doku heta Garibe Gezer Pêveka Jinê cih daye gelek mijarên girîng.    Ket temenê xwe yê nû    Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê ket temenê xwe yê du salî. Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê di temenê xwe yê duyem de bi sernavên "Şoreşa Jinê" û "Şoreşa sedsala 21'emîn an wê ji bi jinê pêk were an jî hîç" hat weşandin. Di hejmara 49'emîn a Pêveka Jinê de li ser mijarên serhildanên jinan û şoreşê hat sekinandin.    Hacer Ozdemir bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Jin jiyan azadî" di hejmara nû de bal kişand ser serhildan û azadiya jinê. Dosyaya Rojava jî di vê hejmara nû de cihê xwe girt. Di vir de jî şoreşa jinê û sîstema rêxistinbûyina jinê tê destgirtin. Di hejmara nû de jinan bal kişandin ser mijarên şoreş, sîstema rêxistinbûyinê, destkeftiyên jinan, serhildana jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.    Ji ser vê lînka li jir hûn xwe dikarin bigihêjin temamiya nivîsan.