ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-01 09:00:00     *Yek ji doktorên rêxistina IPPNW Gîsela Penteker der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tiriyeyê ve hatiye bikaranîn de nirxandin kir û got rapor û delîl gelek xurtin.   *Endama Meclîsa Jinê ya PYD'ê ya Herêma Cizîrê Nayîme Hesen têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê nêrînên xwe anî ziman. Nayîmeyê bal kişand ser têkoşîna jinên kurd a li Kobanê û wiha got:"Berxwedana li Kobanê hişt ku carek din Şoreşa Rojava geş bibe. Bi pêşengtiya Arîn û Rêvanan serkeftina Kobanê bû hêviya jinan." DÎMEN HEYE   * Jinan diyar kirin ku rojnamegerên hatine girtin dengê gel bûne û dewletê bi girtina rojnamegeran peyama wê sûcê mirovahiyê berdewam bikin daye. BI DÎMEN    * Di 6’ê Mijdarê de dê bi dirûşma “Li dijî çekên kimyewî, meşa mirovahiyê” li Silopiyayê meşek girseyî were lidarxistin. Ji bo meşê li Amedê banga tevlîbûnê hat kirin û hat diyar kirin ku li dijî bikaranîna çekên kimyewî divê gel bêdeng nemîne. BI DÎMEN   *Di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de li hember parêzerên OHD’î ji aliyê komekê ve êrîşa nîjadperest pêk hatibû. Hevseroka OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk der barê mijarê de axivî û got: “Hikûmet ji bo li qada siyasî alternatîfekê nehêle polîtîkayekê dimeşîne. Ji ber vê jî dixwaze rêxistinên pîşeyî, STK’yan bigire bin kontrola xwe.”   * Rêxistina HDP'ê ya bajarê Şirnexê dê bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanö daxuyaniyê bide.(11.00)