Jinên Rojnameger: Ew ê jin nivîsandina heqîqetê bidomînin 2022-10-31 13:26:41     ENQERE - Jinên rojnameger ên di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin bi peyama ragihandin gotin ew ê li dijî zextan bêdeng nemînin, ew ê jin nivîsandina heqîqetê bidomînin.   Nûçegihanên me Habîbe Eren û Oznûr Deger ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqereyê de di 25’ê Cotmehê de di bin îşkenceyê de hatibûn binçavkirin, Midûrê Karên Nivîsê yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Denîz Nazlîm, Selman Guzelyuz, Yalçin, Ceylan Şahînli û Emrullah Acar di 29'ê cotmehê de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" nîvê şevê sewqî dadgehê hatin kirin. Nûçegihana MA'yê Zemo Ağgoz a di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin û Mehmet Gunhan ê demekê li buroya MA'yê ya Enqereyê staj dikir, bi hepsa malê û kontrola edlî hatin berdan.   Serdegirtinên malan, binçavkirina 4 rojan a li midûriyeta polîsan û pêkanînên li dijî rojnamegerên ku heta birin edliyeyê rastî îşkence, gef û heqaretan hatin, ne ji aliyê dozger û ne jî ji aliyê dadger ve nehat dîtin.   Rojnamegerên jin ên bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin di peyama dan de wiha gotin:    'Ew ê jin nivîsandina heqîqetê bidomînin'   Habibe Eren: Di 99'emîn salvegera Komarê de wekî mîzansenekê ez bi hevalên xwe re hatim girtin. Ev girtin ne yekem e û ew ê nebe ya dawî jî. Ji bo me dîrok ne tenê ji dubarekirinê re pêk tê. Ji roja em vê pîşeya xwe didomînin em bûn şahidê gelek tiştan. Me dît polîsên îşkencekar me jî bi îşkenceyê kir bin çavan. Em ê wekî jin nivîsandina heqîqetê bidomînin. Bi hêviya hevdîtina di rojên azad de. Em baş in, moralê me baş e, ez her kesî bi coş silav dikim.    'Em ê kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin'   Bêrîvan Altan: Armanca wan ew e ku rojnameger û çapemeniya azad bêdeng bikin. Lê belê Çapemeniya Azad a ku ji salên 90'î tevî bersûcên kiryarên wan ne diyar jî karê xwe dewam dikin nikarin bêdeng bên hiştin. Wan 9 hevalên me yên rojnameger girtin lê belê em ê bi dehan hevalên xwe yên nû re kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin."   'Wê çapemeniya azad bêdeng nemîne'   Oznur Deger: Kevneşopiya çapemeniya azad bi kuştin, girtin, zextan jî heta roja îro nivîsandina heqîqetê dewam kiriye. Em bermahiyên Gurbeteli Ersoz in, ew ê çar dîwar nikaribe pênûsên me ji destên me bigirin û wê çapemeniya azad bêdeng nemîne.   'Ji cihê maya em ê bidomînin'   Ceylan Şahinli: Mekana em lê ne nikare ji karê me yê rojnamegeriyê re bibe asteng. Em ê wekî bermahiyên Mûsa Anter ji cihê maye bidomînin.    'Divê em li rojnamegeriyê xwedî derkevin'   Diren Yurtsever: Sedema girtina me ji ber em rojnameger in. Tiştê em dikin ne parastina xwe ye parastina rojnamegeriyê ye. Hêviya me ji her aliyî ew e ku xwedî li rojnamegeriyê derkevin. Operasyonek algiyê tê meşandin. Lê tiştê di rastiyê de tê xwestin bê kirin tê xwestin ser rastiyê bê girtin. Dema me kirin bin çavan xwestin serê me bitewînin. Me serî netewand em natewînin. Em di rojnamegeriya heqîqetê de israr dikin. Em dibêjin çapemeniya azad nikare bêdeng bê hiştin. Moralê me baş e. Em ji her kesên piştgirî dane re spas dikin. Em li ku derê bin jî em ê nivîsandina xwe bidomînin.