Ji bo meşa li Silopiyayê ya li dijî çekên kîmyewî bang hat kirin 2022-10-31 12:50:10     WAN - Rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên partiyên siyasî yên li Wanê ji bo meşa li Silopiyayê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî banga tevlîbûnê kirin û gotin:"Bi bêdengiyê em tê tu carî nebin hevparê vî sûcî. Heta ku rastî eşkere bibin em ê dengê xwe bilind bikin û bi biryardariyeke mezin li heqîqetê bigerin."   Li dijî êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî wê li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 6'ê Mijdarê de meşek bê lidarxistin.   Çalakî wê bi dirûşma 'Meşa mirovahiyê ya li dijî çekên kîmyewî' bi pêşengiya Komeleya Çandê û Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) tê lidarxistin.   Têkildarî meşê li Wanê daxuyaniyek hate dayin. Nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn ku li avahiya HDP'ê ya Wanê hate dayin.   Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Wanê Harûn Okay daxuyanî da û bi bîr xist ku bi karanîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Gelek dane û delîlên cidî hene ku ev çekên kîmyewî hatine bikaranîn."   Harûn diyar kir, ku rojnamevan û rewşenbîrên mijar xistin rojevê hatin girtin û xwest, li şûna daxuyaniyên înkarkirinê, heyetên serbixwe bişînin herêmê.   'Em ê bêdeng nemînin'   Harûn destnîşan kir ku bi girtina Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Şebnem Korûr Fîncanci gef li welêt tê xwarin û got, "Hewl didin ku nehêlin mirov di vê mijarê de biaxivin û nerazîbûnê nîşan bidin. Em ê li hemberî vê bêdeng nemînin."   'Têkevin nav liv û tevgerê'   Di daxuyaniyê de bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Yekîtiya Ewropayê (YE) hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û hate gotin, "Di rewşeke berevajî de wê rê li ber komkujiyên hîn mezintir vebe ku gelên herêmê bixe nava fikarên mezintir. Roj ne roja bêdengmayinê ye, roja rabûna li ber şer e, roja parastina mirovahiyê ye. Jiyana mirovan pîroz e. Em bang li hemû partî, rêxistin, sazî û mirovên xwedî wijdan dikin ku bikevin nava liv û tevgerê."   'Daxwaza civakê eşkerebûna rastiyê ye'   Harûn bang li her kesî kir ku 6'ê Mijdarê beşdarî meşa ji Silopiyayê heta Xabûrê bibin û got, "Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku tevlî vê meşa me ya mafdar bibin. Daxwaza civakê eşkerebûna rastiyê ye. Bi bêdengiyê em tê tu carî nebin hevparê vî sûcî. Heta ku rastî eşkere bibin em ê dengê xwe bilind bikin û bi biryardariyeke mezin li heqîqetê bigerin."