Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike 2022-10-31 11:23:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 45'an de dewam kir. Her qad bûne qadên serhildanê.    Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadî û dijî qetilkirina Jîna Emînî duh di roja xwe ya 45’an de dewam kir. Duh li zanîngehên Sine, dibistanên amadeyî yên li bajarên Seqiz, Merîwan, Pîranşarê, xwendevan daketin qadan û meşiyan. Xwendevanan bê navbe dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ qêriyan.   Hêzên rejîma Îranê duh bi şev derdora zanîngeh û peymangehên Sine dorpêçkirin û hewl dan çalakiyên xwendevanan dawî bikin.   Li bajarên Serdeşt, Dîwandere, Bokan, Rewanser, Merîwan û taxên Sineyê, bi pêşengiya jin û ciwanan çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin.   Li bajarên Îranê jî xwendevanên zanîngeh û peymangehan weke rojên borî neçûn dibistanan û boykotkirin. Xwendevan bê navber meşiyan û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li zanîngeha Azadî ya Tahranê jî hêzên Îranê derdora xwendevanan girtin, li ser vê malbatên xwendevanan herikîn ber derê zanîngehê û nerazîbûna xwe nîşandan.   Duh bi şev li Tahran, Erak, Bender Ebas û gelek bajarên din jî çalakî hatin lidarxistin, wêneyên rayedarên dewletê hatin şewitandin.   Hêzên rejîma Îranê bi şêwazên cûr be cûr dixwazin dawî li serhildana gel bînin, li zanîngeha Elame ya Tahranê, hêzên rejîmê gelek xwendevanan agadarkirin ku mehek neçin dibistanan û li malên xwendevanan jî nemînin.   Li ser van zext û gefan, Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê bi peyamekê bang li zanîngeh û navendên zanistî yên cîhanê kir da ku piştgirî bidin xwendevanên zanîngeh û dibistanên Îranê.