ROJEVA 31'Ê COTMEH 2022'YAN 2022-10-31 09:00:00     *Endama Meclîsa Zagonsaz a Herêma Efrînê Mûşîre Mele Reşîd têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê wiha got:"Eynî berxwedana ku di Kobanê de hatiye pêşxistin wê li hemû deverên dagirkirî jî ev berxwedan pêş bikeve û ji çeteyên dewleta tirk bên rizgarkirin û carek din wê van planên ku tên meşandin têk herin. Di Kobanê de gelek efsaneyên dîrokî hatin nivîsandin û bû dîrokek ji qehremantî û têkoşîna Gelê Kurd. Kobanê di nav xêzikên dîrokê de bû kelha berxwedanê." DÎMEN HEYE   *Jinên Şirnexê, bal kişandin ser binpêkirina mafan a li girtîgehan û destnîşan kirin ku heke Tirkiyê dibêje ez xwedî dewletek demokrat a hiqûqê me bila girtiyên nexweş serbest berde.  DÎMEN HEYE   *Em tenê nabihîzin dengê wê di mêjiyên xwe de hîs dikin. Çi bû dîsa? Em dîsa dibêjin her roj tiştek dibe. Dîsa ya dibe bi jinan dibe. Bi awayekî sîstematîk li hember destkeftî, maf û azadiya jinan êrîşek mezin heye. Ev êrîş wek qirkirina zayendê tê venasîn. Ji ber kapîtalîst, serdet, emperyal jinan qetil dikin, qada jiyana wan teng dike û binpê dike. JI PÊNÛSA JINAN