Li Wanê êrîşên kimyewî hatin şermezarkirin 2022-10-31 08:29:03     WAN - Li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê li dijî êrişên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê çalakiyek hat lidarxistin.   Welatiyan li taxa Xaçortê ya girêdayî navçeya  Rêya Armûşê ya Wanê êrişên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Komek welatî li Xaçortê li hev kom bûn, li ser rê barîkat danîn û çalakî li dar xistin. Hat destnîşankirin ku polîsan hatine cihê çalakiyê û bi gaza îsotê êrişî welatiyan kirine û welatiyan jî fîşekên hewayî berê polîsan dane.