Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salî ji girtîgehê derket 2022-10-30 15:58:55       KOCAELÎ - Nivîskar Rojbîn Perîşan a ku li Girtîeha Jinan a Gebzeyê dihat girtin, piştî 30 salên li girtîgehê ku cezayê wê qediya hat berdan.   Nivîskar Rojbîn Perîşan a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê dihat girtin, piştî 30 salan ku cezayê wê bi dawî bû, hat berdan. Rojbîn di sala 1973'an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bibû, di sala 1992'an de dema ku 18 salî bû dîsa li Amedê hat girtin. Rojbîn a ku li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hat darizandin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" cezayê muebetê lê hatibû birîn. Rojbîn a ku li girtîgehên Riha, Sêwas, Midyad û Gebzeyê ma, ji ber îşkence û şert û mercên xerab ên ku pê re rû bi rû ma, bi pençeşêra malzarokê ket. Ji ber kîtleya ku li roviyên wî belav bû beşek ji roviyên wî jê kirin. Rojbîn piştî 30 salan azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bi dest xist.   Pirtûkên wê   Rojbîn li gel şert û mercên zahmet ên girtîgehê pirtûkên bi navê "Saçlar ve Golgeler", "Bakir Seslî Kadinlar" , "Gozyaşimin Agidiydî Senî Beklemek", "Topragin Şarkisi" , "Kirik Taşlar" derxistin. Herwiha Rojbînê tevlili pêşbirkên Huseyîn Çelebî û Îsmet Baycan jî bû û li wê jî yekemîn hatibû.     Bi kulîlkan pêşwazî kirin   Malbata Rojbînê  li ber girtîgehê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên ku nobeda Edaletê digirin, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Piştevaniya bi malbatên xizmên xwe li li Dewrêşa Şaristanî û Çandê winda kirine  (MEBYA. -DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê, (MA-TUHAYDER) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kocaeliyê û qeymeqamtiya Gebzeyê bi kulîlk, lîlandin û çepikan  Rojbînê pêşwazî kirin.   'Ya herî layiqê azadiyê ye'   Rojbîn ku li ber deriyê girtîgehê axaftinek kurt kir û wiha got: “Kêfxweşî û kêfa me kêm  dimîne. Bi sedan hevalên jin di hundir de ne. Silavên hemûyan ji we re hene. Jin û jiyan herî zêde azadiyê heq dikin. Em dixwazin her kesê li girtîgehê azad bibe."