Komelgeya zanîngeha Kurdîstanê deriyê zanîngehê girt 2022-10-30 15:09:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî dirêjbûna serhildanên sernaserê Îranê û beşdarbûna xwendevanan di nerazîbûnên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, Komeleya zanîngeha Kurdîstan girtina deriyê zanîngehê ragihand.   Îro yekşem 30’ê Cotmehê li Îranê ev heftiya şeşeme serhildanên seranserî Îran û xwendevanan berdewam dike û xwendevanan bal kişandin ser serhildanan û wê serhildanên xwe berdewam bikin heta ku bigihin azadiyê. Zanîngeha Kurdistan girtina deriyê zanîngehê ragihand.   Di van demê dawî de xwendevanên zanîngeha Kurdistanê jî ragihandin ku li parqa zanîst heta zanîngeha zanîst ya bijîjkan dest bi nerazîbûnan kirin, li gora raporên ku hatine belavkirin xwendevanên teknîkî ya keçan li Sine dest bi nerazîbûnan kirine.   Eve di rewşek wisan deye nerazîbûn û çalakiyên xwendevanên Zanîngeha Zanîsta Bijîjkî ya Sine, hêzên rejîma Îranê bi gule û gaza îsotê êrîşî xwepêşanderan kirin û hewil dan xwepêşanderan belav bikin.