Kujerê Nurhan Îlhan hat girtin 2022-10-30 13:53:17     MÊRDÎN - Mahmût Îlhan ê ku hat tespîtkirin Nurhan Îlhan kuşt hat girtin.   Nurhan Îlhan (45)  duh li gundê Eşme yê Qosera Mêrdînê li mala xwe kuştî hatibû dîtin. Piştî ku hat tespîtkirin Nurhanê hatiye qetilkirin û zêrên wê winda ne, derbarê kuştina wê de lêkolîn hatibû destpêkirin.   Di çarçoveya lêkolîna hat kirin de hat tepîtkirin ku herî dawî birayê mêrê ku Nûrhanê pê re hatibû zewicandin Mahmut Îlhan hatiye malê. Gumanbarê ku hat girtin li nezaretê li xwe mukur hat ku wî Nurhanê kuştiye.   Mahmut Îlhanî ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeriya Suhl Cezayê hat kirin. Dadgeriyê jî derbarê wî de ji sûcê "kuştina bi zanebûn" biryara girtinê da.   Cenazeyê Nurhanê, ji aliyê xizmên wê ve li gund hat definkirin.