Çalakiya malbata Şenyaşar 601 roj e dewam dike 2022-10-30 13:39:42     RIHA - Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 601’ê de dewam dike.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin û di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar ku di hucreya yekkesî de tê ragirtin, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 601’ê de dewam  kir.    Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, Malbata Şenyaşar nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hesabên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û yê Wezareta Edaletê etîket kir û ev peyam parve kir: “Piştî 4 salan îdiname tê amadekirin. Di rapora lêkolînê ya cihê bûyerê de ev tişt dinivîsand; ‘DI ODEYA MUŞAHADEYÊ YA NEXWEŞXANEYÊ DE 27 QALIKÊN FÎŞEKÊN ÇEKÊN BILÛLEYA DIRÊJ’ hatine tespîtkirin. Ger ev komkujî li bajarekî din pêk bihata, gelo dê helwesta darazê çawa bûya?"