Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo piştevaniyê çû serdana JINNEWS û MA'yê 2022-10-29 16:18:28     WAN - Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ji ber girtina 9 rojnamegeran a li Enqereyê ji bo piştevaniyê çû serdana buroya JINNEWS û MA'yê.    Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li dijî girtina 9 rojnamevanên kurd ên nûçegihanên JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) serdana buroya MA’yê ya wanê kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Ji pêkhateyên Platformê Mûrat Atabay diyar kir ku her daîm xebatkarên çapemeniya azad ku rastiyê dinivisînin û ji ber vê yekê dibin hedef û tên girtin. Atabay got ew ê li dijî vê her tim piştgiriyê bidin çapemeniya azad.    Nûçegihanê MA’yê Adnan Bîlen bo serdanê spasî li mêvanan kir û destnîşan kir ku ew ê tevî hemû zextan û astengiyan jî dê heqîqetê binivisînin û rastiyan derxin holê.