3’yemîn salvegera tayinkirina qeyûman li Cizîrê hat şermezarkirin 2022-10-29 15:32:30     ŞIRNEX - Bi minasebeta salvegera 3’yemîn tayînkirina qeyûm a li ser şaredariya HDP’ê ya Cizîrê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.   Bi munasebeta salvegera 3’yemîn tayînkirina qeyûm a li ser şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê daxuyanî hate lidarxistin. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, Rêxistina HDP’ê bajerê Şirnexê, MEBYA-DER û endam û rêveberên navçeyên HDP’ê yên Şirnexê beşdarî daxuyaniya ku li ber avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeya Cizîrê hate lidarxistin, bûn.   Beriya daxuyaniyê rêxistina navçeyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Girseyê xwest li ber avahiya xwe daxuyaniyê bid lê polîsan bi hincêta qada ku tê xwestin daxuyaniyê bidin rê ye nehişt. Piştî vî girseyê li dijî astengkirina polîsan derket û dirûşmên “Zext nikarin me biçewisînin” berz kirin û polîsan êrîşê girseyê kirin. Demek dirêj di nav girse û polîsan de rageşî derket û dûvre girseyê daxuyaniya xwe li dar xist.   ‘Qeyûm li dijî gel polîtîkayên şerên taybet pêş xist’   Di daxuyaniyê de Hevşaredara Cizîra Şirnexê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu  axivî û destnîşan kir ku qeyûm ji bo gel xizmet nake û beravojiya wê bûye cihê talankirin û diziyê. Berîvan, got: “Çawa ku qeyûm tayînî ser şaredariyê hate kirin, polîtîkayên rûxandin û dizîyê pêş xistin. Hem vîna gel xesp kirin hem jî şûna ku ji gel re xizmetê bikin li ser gel polîtîkayên şerên taybet  meşandin. Gava em hatibûn şaredariyê bi taybetî ji bo jin û ciwanan bi dehan projeyên me hebûn. Lê piştî ku qeyûm hate tayin kirin ew hemû projeyên me hate desteser kirin û heya niha qeyûm ji bo gel tu xizmet nekiriye. Xizmeta ku niha tê kirin ciwanan dixe rêyên nebaş û berê wan didin riyên hişbir û tiryakê. Heman polîtîka ji bo jinê jî hate meşandin. Çawa ku qeyûm hate tayin kirin ewilî midurîyeta jinê girtin. Îro jin rastî tundî, tacîz û destdirêjiyê tên lê ji bo jinê tu çareserîyek nayê dîtin. Şûna wê ji bo xistina jinê polîtîka tê pêş xistin.”   Berîvan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li hemberê rejîma qeyûm gel tu carî paş gav neavêtiye. Hûn heya niha jî bi xewn û xeyalekê dijîn. Dawiya hikûmeta AKP-MHP’ê dê wekî rejîma Seddamê bibe. Em carek din bang dikin ku ev gel tu carî serî natewîne û paş gav neavêje.”   Hevşaredarê Cizîra Şirnexê yê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Mehmet Zirig jî destnîşan kir ku pêkhateyên ku qeyûmê pêş xist nîşaneya amûrên neyartiya di nav gel de ye û got: “Ev qeyûmên ku di sala 2016’an de avêtin li ser Cizîra Botan, bi tank û topan ev bajar wêran kirin. Bi hest û cesedên zarokên vî gelî kirin moloz û li ser van park çêkirin. Bi destê van qeyûman şerekî derûnî û manewî pêk anîn. Li ser nirxên gele Kurd heqeratek e. Qeyûm li hemberê gelê Kurd amûrê şerekê psîkolîk û êrîşên li dijî nirxên gel e.”