Komxebata jinan a li Helebê di roja duyemîn de didome 2022-10-29 12:44:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata jinan a li Helebê di roja xwe ya duyemîn de didome. Di komxebatê de "Rola jinan di veguhartina demokrasiyê ya ber bi nenavendîbûnê ve" tê nîqaşkirin.   Komxebata jinan ku ji aliyê Malbenda Helebê ya Rewşenbîriyê ve hatiye organîzekirin, di roja xwe ya duyemîn de li Kafeteryaya Telê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir. Komxebat bi dirûşma "Jin û veguherîna demokratîk li Sûriyê" û beşdarbûna 55 delegeyên ji herêmên cuda yên Sûriyê pêk tê.   Komxebat ji aliyê hevseroka Malbenda Helebê ya Rewşenbîriyê Leyla Xaild û çalakvana sûrî Necwa El Tewîl ve tê birêvebirin.   Leyla Xalid bixêrhatina beşdaran kir û got: "Li gorî hin mekanîzmayên destûrî yên diyarker nenavendîbûn bi awayê xwe yê zelal, veguhastina desthilat û erkan ji navendê bo aliyan e û pirsgirêk pêşî di têgihîştinê de ye."   Leyla Xalid diyar kir ku beşdarên komxebatê dikarin nêrînên xwe li ser mijara rola jinên Sûriyê di veguhastina demokratîk de ber bi nenavendîbûnê ve, bînin ziman.   Her wiha îşaret pê kir ku di serdemên împaratoriyan de nenavendîbûn bi reng û navên xwe yên cuda li Rojhilata Navîn hebûn û got: "Li dijî navendîbûna bi dîktatorî û sîstema mêtingeriyê, serhildan pêwîst kir.”   Komxebat bi xwendina mijara duyemîn a “Rola jinên Sûriyê di veguhastina demokratîk ber bi nenavendîbûnê ve” ji aliyê endama komîteya amadekar a komxebatê Menal Hec Elî ve dewam dike.