Yekitiya Jinên Suryan encamnameya kongreya xwe aşkera kir 2022-10-29 11:54:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Kongreya 4'emîn a Yekitiya Jinên Sûriyê hat aşkerakirin û wiha hat gotin: "Em ê armancên xwe pêk bînin û xeyalê xwe yê nîştimanî û demokratîk bi cih bînin. Em ê tevahî mafên xwe misoger bikin."    Kongreya 4'emîn a Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê duh bi diruşmeya "Wekheviya mirovî di navbera herdu zayendan e" li Hola Selam a bajarê Qamişloyê pêk hat. Di kongreyê de nûnerên deste, saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl, endamên Koordînasyona Jinan, Kongra Star, Hêzên Parastina Jin ên Bêt Nehrên, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweserya Demokratîk a Herêma Cizîrê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriye amade bûn.   Di kongreyê de Îlham Mutlî carek din bû seroka Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê û her wiha encamnameya kongreyê jî hat aşkerakirin. Berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Hesekê Şam Qeryo encamnameya kongreyê xwend.   Di encamname de wiha hat gotin:    "Yekitiya Jinên Suryan di dirêjahiya salên têkoşîna xwe ya ku di sala 2005'an de destpê kir hewl da hemû cûreyên newekheviya di navbera herdu zayendan de rake û ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, jinên Suryan cihê xwe di nava Yekitiya Jinên Suryan û rêxistinn jinan û yên siyasî û civakî de girtin.   Ji bingehê berpirsyartiya civakî û neteweyî, roja 20'ê Tîrmeha 2013'yan, Kongreya Damezrîner a Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê hat lidarxistin. Armanca avakirina vê yekitiyê ew e ku tevahî jinên gelê xwe yên Suryan, Asur û Kilan bi rêxistin û perwerde bikin. Yekitiya Jinên Suryan wekî saziyeke giştî hemû jinên Suryan hembêz kir û niha jî jina Suryan bûye şirîkeke rasteqîn û aktîv di parastina dozên gelê xwe û mafên wê de, gihişt asta ku ji bo parastina xwe ya rewa û maf û xaka xwe çekê rake. Jina Suryan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de nûnertiya îradeya xwe dike, bû hevserok, cîgir û rêveber û ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk cihê xwe di hemû qadên jiyanê de girt. Bi vê yekê ev rêveberî bû destpêk û modeleke ji bo Sûriya pêşerojê û ji hemû gelên Rojhilata Navîn re çareserî ye.   Jina Suryan ji baweriya xwe ya kûr bi rola jinan di avakirin û sekna li hemberî bandorên şerên dijwar ku Sûriyê tê re derbas bû, her wiha ji bingehê baweriya xwe ya bi hêza dayîn û bidestxistina destkeftiyan, dest pê kir. Li ser vê yekê divê em kar bikin, ji rewşa aborî û civakî ya giran dest pê bikin. Divê em ê rengê beşdarbûna xwe ya aborî di vê mercên zehmet de nîşan bidin.   Tevî rewşa dijwar xebata me dewam dike. Em ê armancên xwe pêk bînin û xeyalê xwe yê nîştimanî, pêşevrû û demokratîk bi cih bînin. Wê jinên Sûriyê bi giştî û yên Suryan bi taybet  mîna dewletên pêşketî, tevahî mafên xwe misoger bikin. Me soz daye xwe ku em ê xeta têkoşînê ya jinan dewam bikin û fedekariyan bidin. Em niha di rêya têkoşîna civakî de ne.   Em banga pêkana wekheviya di navbera zayendan de dikin. Bêyî xebata civakî û bêyî beşdarbûna jinan tu maf nayên misogerkirin."   Encamên kongreyê ev in:    * Ji bo endamên Yekitiya Jinên Suryan derweriyên perwerdeyê yên rêxistinî, fikirî, leşkerî, hemşîretî werin vekirin.    *Li bajarokê Rimêlanê akademiyek û li Tirbespiyê û Dêrikê malên Eşratur werin vekirin.   *Ji bo zarokên Suryan kireş û navendên perwerdeyê werin vekirin."