Ji JINHA heta îro kevneşopiya çapemeniya azad didome 2022-10-29 09:05:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekem Ajansa Jinan a Nûçeyan a Cîhanê JINHA yek hewldanê kevneşopiya çapemeniya azad a ji salên 90’î heta îro hatiye, di ser girtina wê de 6 sal derbas bû. Lê wek wê rojê îro jî li dijî hemû zextan ji têkoşîna heqîqetê tawîzê nade.   JINHA ku bi gotineke Vîrgînîa Woolf û xeyala avakirina ajansa nûçeyan a jinê derket vê rê bi tecrubeyên Ayfer Serçe ya di vê rêde jiyana xwe ji dest daye dest bi têkoşîna xweki rû rojnamegerên jin hukmên mêran esas negirtin û bi pênûs û objektîfên xwe têkoşîna xwe didomînin.   Pratîka zextên deshtilatdarî û dewleta mêr ya li hember çapemeniya azad ne nû ye. Ji salên 90’î heta niha zext li hember çapemeniyê hatin kirin û bi AKP’ê re form guhert û hîn bêtir sîstematîk bûn. Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de piştî hewldana darbeyê şûnde OHAL ji aliyê AKP’ê ve hat îlankirin û çapemenî dîsa bû hedefa êrîşan.   Bi KHK’yên hejmar 675 û 676’an  JINHA, Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) û rojnameya rojane a bi kurdî Azadiya Welat hatin girtin.   Yekemîn ajansa nûçeyan a jinê   JINHA di 8’ê Adara 2012’yan de bi gotina ‘Em dinivîsin… Em bêyî ku mêr bêjin çi dinivîsin’ derket rê.  Yekem ajansa nûçeyan a jinan a cîhanê bû û ji aliyê rojnamegerên jin ve hat avakirin. Rojnamegerên jin zimanê serdest yê mêr qebûl nekir. Jina di şertê li dijî zimanê serdest dan destpêkirin de hîmê zimanê nû yê di çapemeniyê de avêtin. Ajansa ku di beşa jin, zarok, ekolojî de nûçe çêkir, bû dengê hemû jinên ku keda wan nayê dîtin, dengê wan nayê bihîstin. Ji ber ku her tim mîkrofon dirêjî jinan kir, ev ji bo hevalên xwe yên çapemeniya azad jî bi bandor kirin. di 29’ê cotmehê de bi KHK’a 675 sazî hat girtin û gelek nûçegîhan hatin girtin.    Li ku derê xebitî   JINHA’yê di 2015’an de bi nûçeyên li qada rêveberiyên xweser çêkir, li ser berxwedana gel sekinî. Li dijî sûc û rastiya şer a Tirkiyeyê, nûçegîhanên JINHA'yê li Şirnex, Gever, Gimgim, Farqîn, Nisêbîn û Sûrê nûçeyên gelê berxwedêr çêkir. JINHA’yê bi nûçeyên çêkir, desthilatdarî û çapemeniya wê nerehet kir, di 2015’an de rastî astengiyan hat, nûçegîhanên wê hatin girtin û binçavkirin. Nûçegîhanên wê nekirin qadan, lêgerîna tazî li wan hat ferzkirin. Alavên wan hatin desteserkirin. Tevî van wan rêwitiya heqîqetê berdewam kir. JINHA’yê her wiha li Rojava, Şengal û Mexmûrê êrişên DAIŞ’ê jî şopand. Denîz Firat û Nujiyan Erhan ku di dîroka çapemeniya jinên kurd de bi tîpên zêrîn navê xwe nivîsandin, rojnamegeriya ajansê kirin.   Gelek xelat girt    JINHA'yê di 4 sal jiyana weşana xwe de gelek xelat girt. Di Xelatên Rojnamegeriya Metîn Goktepe de ‘Xelata Nûçeya Nivîskî’, di ‘Xelatên Rojnamegeriya Şehîdên Çapemenî û Musa Anter’ de jî  xeleta ‘Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersoz’  girt û hêjayî Xelata Evrîm Alataş a li dijî Newekheviyê ÎLEF hat dîtin. JINHA bi serkeftina xwe ji aliyê rojnameger û rêxistinên navneteweyî ve ji nêz ve hat şopandin. Gelek rojnamegerên ji derveyî welat hatin çûn serdana JINHA’yê.    JINHA’yê piştî girtinê wiha bang kir: “Em wek bermahiyên Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat û Şîlan Aras, têkoşînê didomînin. JINHA wê her daîm bibe dengê jin û têkoşîna jinan. Em li dijî hukmên ku AKP’ê û dewleta mêr biryara wê daye serî natewînin. Em ê bi gotina ‘Mêr çi difikirin’ nanivîsin, niha jî em ê nebêjin ku ‘mêr çi biryarê didin’ û nivîsandina xwe bidomînin. Ev têkoşîn nû dest pê dike. Ji vir şûnde em li her derê ne. Em bêdeng namînin. Me pênûs ji bo li erdê bikeve negirt destên xwe.”   Têkoşîna JINHA’yê didome   JINHA piştî hat girtin bi nûçeyên xwe yên weşandiye hîna bi jinan re kelecanê ava dike. JINHA ya ku wek xeyala Ayfer Serçe hat avakirin, piştî wê rêwitiya jinên rojnameger neqediya. Jinan di 2016’an de Gazate Şujin vekirin û  di 25’ê Tebaxa 2017’an de ew jî hat girtin. Piştî wê jî JINNEWS hat avakirin.   Zext jî berxwedan jî didome   Êrişên li hember çapemeniya azad tu car nesekinin. Herî dawî di 8’ê Hezîranê de li Amedê li hember rojnamegeran operasyon pêk hat û ji aliyê serdozgeriya komarê ya Amedê ve di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de midûra nûçeyan a ajansa me Safiye Alagaş jî heye 20 rojnameger hatin binçavkirin û di  16’ê hezîranê de 16 rojnameger ku Safiye jî têde bû hat girtin.   Di  25’ê cotmehê de rojnameger dîsa hedef hatin girtin   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li gelek bajaran bi ser malan de hatin girtin û nûçegîhanên me Habibe Eren û Oznur Deger, Midura Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Diren Yurtsever, nûçegîhanên MA'yê Bêrivan Altan, Deniz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahinli û rojnameger Mehmet Gunhan hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîneke cuda de jî nûçegîhana me Derya Ren bi hinceta cezayê wê teqez bûye hat binçavkirin û girtin. Her wiha di nav 11 rojnamegeran de 9 rojnameger Habîbe, Oznur, Dîren, Bêrîtan, Denîz, Selman, Hakan, Emrullah û Ceylan hatin girtin û wan şandin girtîgehê.   Lê tevî hemû hewldan û êrîşan, rojnamegeran şûnde gav navêtin û hewldanên wan encam negirtin.