ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-29 09:00:00     *Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal da zanîn ku CPT çûye Îmraliyê û got: “ CPT divê bêje ku welatê têkildar peymanê pêk nayne, li gorî rêbazên heyî nameşe û divê hem serdan hem raporên xwe bi rayagiştî re parve bike.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî sûcên şer ên dewleta tirk ên li gel hevkariya PDK’ê dike, nirxandin kir û got: “Tirkiye ji bo sînorên Mîsaqî Mîllî her cure êriş li ser kurdan da meşandin. Her ku di êrişên xwe de bi ser neket rêbazên dijmirovahî, weke kîmyabaranê da meşandin. Bêdengiya Netewên Yekbûyî, komeleyên mafê mirovan û bi taybetî jî OPCW’ê hêzê dide Tirkiyeyê. Em baş dizanin ku berjwendiyên wan jî di vî şerî de heye û çavê xwe li wehşeta heyî digirin.” DÎMEN HEYE   *Yasemîn Demîr, beriya du salan winda bûbû, derket holê ku hatiye qetilkirin. Di lêpirsîna ku hat destpêkirin de mêrê pê re zewicî û bavê Yasemînê û bi tevahî 6 kes hatin girtin. Xwîşka Yasemînê Azîze Kilinç, diyar kir ku Yasemîn bi plankirî hat kuştin û got: "Bila êdî jin û dayik neyên qetilkirin. Bila pêşiya van komkujiyan bê girtin. Bila zarok bê dayîk nemînin." BI DÎMEN    *Jinên Şirnexê bertek nîşanî qanûna sansûrê dan û diyar kirin û gotin: “Qanûna sansûre nikare fikr û ramanên gel asteng bike û heqîqetê veşêre. Em ê hertim li dijîî zext, zilm û zordestiyê dengê xwe bilind bikin.” DÎMEN HEYE   *Yekem Ajansa Jinan a Nûçeyan a Cîhanê JINHA yek hewldanê kevneşopiya çapemeniya azad a ji salên 90’î heta îro hatiye, di ser girtina wê de 6 sal derbas bû. Lê wek wê rojê îro jî li dijî hemû zextan ji têkoşîna heqîqetê tawîzê nade.   *Mamosteya kursa zimanê kurdî Nazîme Bor, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û got: "Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê xebateke hevpar bê kirin û di serî de em jîn û tevahiya civakê dê parastina zimanê xwe bikin." BI DÎMEN