Li Silopiyayê jin civiyan 2022-10-28 19:00:11   ŞIRNEX - Li Silopiyayê li dijî polîtîkayên şerên taybet pêşendana sînevîzyonê û civîna jinan hate lidarxistin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya navçeya Silopiyayê di taxa Ofîsê de bi jinan re civiyan. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Sabûha Akdag, Hevseroka HDP’ê ya navçeya Silopiyayê Asuman Kulter û gelek jin civiyan. Di civînê de pankarta “Rêxistinbûyîna jinê rêxistinbûyîna civakê ye” hate daliqandin.   Parlementer Nuran Îmîr axivî û destnîşan kir ku desthîlatdar bi hemû rê û rêbazên şerên taybet ketiye nav civakê û wiha axivî: “Em xwedî li ziman û hebûna xwe derbikevin. Bi vê yekê em bizanibin ku parastina xwe bikin. Bi şerê taybet ne tenê bi çek bi rêbazên li dij exlaqê dikevin nav civakê. Di salê 90’î de hemû zilm û zordestî li dijî gelê me hate ferzkirin. Divê em van serpêhatiyên xwe ji bîr nekin. Ew çiqas li ser me ve werin em jî bi xwedîderketina nirxên xwe têbikoşin. Li dijî vî şerê qirêj em hevdu şiyar bikin û parastina hebûna xwe bikin.”   Bername bi pêşandana sînevîzyona ku derheqê polîtîkayên şerên taybet de tê behskirin bi dawî bû.