Jinan li Helebê 'Nasnameya nîştimanî ya giştî ya Sûriyeyê' nîqaş kir 2022-10-28 16:27:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata diyalogê ya jinan li Helebê dewam dike. Beşdaran diyar kir ku komxebat dê bibe pira di navbera hemû jinên li Sûriyê de da ku çareserî û însiyatîfên beşdariya jinan di çareserkirina krîza Sûriyê de mîsoger bikin.   Bi sernavê "Jin û guhartina demokratîk li Sûriyê" komxebata diyalogê ya jinan vê sibehê li Helebê ji aliyê Malbenda Çandê ya Helebê ve dest pê kir. Komxebat bi beşdariya 55 delegeyan jin ên ji parêzgehên Idlib, Şam, Heleb, Laziqiye, Tertos û Siwêdayê, gelek ji nûnerên partiyên siyasî û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) dest pê kir.   Komxebat li Kafeterya Telit Heleb a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ket. Axaftina destpêkê hevserokê Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid kir û wiha got: "Em pêkhateyeke çandî û rewşenbîrî ya ku bi piştgiriya pêkanîna nêrînekê ji bo nasnameya nîştimanî ya Sûriyê giştî bi hemû pêkhate û çandan mijûl dibin, her wiha bûyerên li Rojhilata Navîn ji pêşketin, maf û hevalbendiyên nû di van demên dawî de pêk tên, me pêwîstî pê dît ev diyalog were lidarxistin, da ku dozên bingehîn û cewherî ji bo xurtkirina aliyê hundirîn û lawazkirina destwerdanên derve ku parçeyên ji xaka welatê me dagir kirin, di serî de dewleta Tirk a dagirker, nîqaş bikin.   Leyla da zanîn ku divê diyalog û şêwir bi jinan û rewşenbîr re werin çêkirin, da ku xwe bigihînin nêrîneke nîştimanî ya demokratîk a hevpar ji bo hemû sûriyan. Leyla Xalid wiha dawî li gotina xwe anî: "Ne pêkan e jin ji bo jinûve avakirina nasnameyên nîştimanî di serdema me ya nû de bê bidûrxistin. Ev komxebat ji bo vegerandina dîrokê ber bi rêya xwe ya rast ve ku girêdayî rola dîrokî û pêşengtiya wê di civakê de ye."   Hevseroka MSD’ê Emîne Omer jî rewşa siyasî ya dawî li herêmê şîrove kir û diyar kir ku jinên sûrî li benda çareyên ji derve nasekinin û wiha got: "Li gel aliyên derve her tim ajandeyên ji bo xizmetên berjewendiyên wan hene û azarên gelê Sûriyê ne di xema wan de ne. Ev yek jî êşan li vî şerî berdewam zêde dike." Emîne hêvî kir ku ev komxebat bibe pirek di navbera hemû jinên li Sûriyê de da ku xwe bigihînin encam, çareserî û însiyatîfên beşdariya jinan di çareserkirina krîza Sûriyê ?de. ?   Emîne diyar kir ku di vê merheleya zehmet û hestiyar de dem hatiye ku jin rola xwe îsbat bikin û bibin xwedî biryar di siyaset û beşdariya çareserkirina krîza welat de. Her wiha Emîne Omer behsa pêwîstiya hevgirtina jinan ji bo pêkanîna vê armancê kir û wiha got: "Bi hêvî me ev komxebat bi ser bikeve û beşdar di çareserkirina krîza welat de bibin hevkar."   Tê payîn komxebat bi xwendina mijara yekemîn a bi sernavê "Nasnameya nîştimanî ya giştî ya Sûriyê" ji hêla endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Fatme Hesîno ve dewam bike û beşdar nîqaş bikin.