Li Helebê komxebata diyalogê ya jinan dest pê kir 2022-10-28 13:36:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Komxbata diyalogê ya jinan ji hêla Malbenda Çandê ya Helebê bi sernava "Jin û veguherîna demokrasî li Sûriyê" bi beşdariya 55 delgeyên ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.   Komxebata diyalogê ya jinan bi beşdariya 55 delegeyên jin ji Idlibê, Şam, Heleb, Laziqiye, Tertos û Siwêda, gelek nûnerên ji partiyên siyasî û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) dest pê kir. Kombexta li kafîterya Telit Heleb a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dikeve.   Li gorî komîteya amadekar, armanca bingehîn ji vê komxebatê yekkirina nêrînan jinan ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ye. Di komxebatê de axaftinên qeydkirî yên kesayetên jin ji derveyî Sûriyê (Mexrib, Misir, Lubnan û Iraqê) û gelek welatên din hene.   Dê komxebat du rojan dewam bike. Di komxebatê de du mijarên sereke hene; nasnameya nîştimanî ya Sûriyê giştî û rola jinên Sûriyê di veguhertina demokratîk a ber bi nenavendîbûnê ve.   Xebatên rojên destpêkê yên komxebatê bi axaftina hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid dest pê dike. Her wiha parêzer û hevseroka MSD’ê Emîne Omer rewşa siyasî dinirxîne. Mijara destpêkê jî ji hêla endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Fatme Hesîno ve tê nirxandin.