Îfade wergirtina rojnamevanan dest pê kir 2022-10-28 12:42:45     ENQERE - Rojnamevanên binçavkirî bi awayek ji pişt ve kelemçekirî birin Edliyeya Enqereyê û îfade wergirtina nûçegihanan dest pê kir. Îfadeyên wan ji aliyê 9 dozgeran bi awayekî hemwext tê wergirtin.    Di 25'ê cotmehê de nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger, Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî û her wiha Mehmet Gunhan ê ku demekê li MA'yê stajerî kiribû bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin. Rojnamevan Zemo Aggoz di 26’ê cotmehê de piştî karûbarên îfadeya li emniyetê hatibû berdan.    Rojnamevanên binçavkirî piştî 4 rojan ji bo îfadeyên wan bê girtin, birin Edliyeya Enqereyê. Midûriyeta Polîsan a Enqereyê roja binçavkirinê serî li rêbaza mîzansenê dabûn û ji bo dîmenên rojnamevanan bigirin hewl dabûn serê wan bitewînin. Mîzansena polîsan îro jî berdewam kir. Rojnamevanên binçavkirî bi awayek ji pişt ve kelemçekirî birin Edliyeya Enqereyê û hat zanîn ku wan li pey hev bi qasî 60-70 metreyan bi meşê birine hundirê edliyê û dîmenên wan hatine girtin.    Îfade wergirtina nûçegihanên JINNEWS û MA'yê yên anîn Edliyeya Enqereyê dest pê kirin. Îfadeyên wan ji aliyê 9 dozgeran bi awayekî hemwext tê wergirtin.