Li dijî girtina Şebnem Korur Fînanci daxuyanî: Girtina wê ne hiqûqî ye 2022-10-27 19:08:52     AMED - Li dijî biryara girtina seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci Platforma Ked û Demokrasîyê, Platforma Tendirustiyê ya Amedê, Rêxisitnên mafan û STK’yîyan daxuyanî dan. Girseya bertek nîşanî girtina wê dan banga demildest berdana Şebnem Korur Fîncanci kirin.    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji hêla dewleta tirk ve li dijî gerîlayên HPG’ê axivî bû û di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 26’ê cotmehê de hatibûn binçavkirin û îro jî biryara girtina wê hate dayîn. Li dijî biryarê  Platforma Ked û Demokrasîyê, Platforma Tendirustiyê ya Amedê, Rêxisitnên mafan û STK’yîyan li perqa Hazal ya li taxa Ofîsa navçeya Yenîşehîrê ye daxuyanî dan. Odeya Bijîşkan ya Amedê, Nûnertiya herêma Amedê ya DİSK’ê, Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê, Kordînasyona Amedê ya TMMOB, Komeleya Jinan a Rosa yê, Şubeya OHD’ê ya Amedê, Komeleya 78’an, Komeleya Ekolojiyê, DER – MEZ, Navenda Komeleya Koçberan ya Mezopotamyayê, Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal, MED – DER, SHUDER û Odeya Beytaran ya Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de pankarta l“Em li gel Heqîqet û jînê ne. Şebnem Korur Fincancî rûmeta me ye” û di heman demê de dovîzên “Bila Demildest Şebnem Korur Fincancî were berdan”, “Li gel jînê be, Zanistê Biparêze û mirovên Zanyar biparêze” hatin rakirin. Girseya kom bûye bi dirûşmên “Wê AKP hesab bide gel”, “Şebnem vîna me ye” re girtina wê şermezar kirin. Li ser navê girseyê Ayşe Kuran daxuyanî xwend.    ‘Ev dîmenên bê çaretiyê ne’   Ayşe bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk  Şebnem Korur Fincanci piştî daxuyanî ya xwe ya li dijî bikaranîna kîmyabaranê hate binçavkirin. Beriya binçavkirinê ji lêpirsîna hatiye destpêkirin de bi xeber bû û diyar kiribû ku ew ê di demek guncav de were îfade bide. Rûxmê ev yek hatiye ragihandin jî biryara binçavkirina seroka TTB’ê hatibû girtin û bi ser mala wê de hate girtin. Dema ev biryar hatibû girtin birêz Fincanci ji dervey welat bû û bi zanebûn ji bo dayîna îfadeya xwe hatibû. Lê belê binçavkirin û bi hinceta “Ewbê delîlan reş bike” hate girtin. Armanca girtina  wê peyam dayîna hemû kes yan pêkhateyên têkoşîna heqîqetê didin e. Birêz Şebnem hertim li hember tundî û şeran derketiye. Lewra girtina wê di heman demê de ji bo serdegirtina nîqaşên li ser çekên kîmyewî têbkirinê ye. Bi girtinê re êriş û zextên li ser saziyên pîşe û kedê gihand asta herî jor.”   ‘Demildest Şebnem Korur Fincanci berdin’   Ayşe di berdewamiya axaftina xwe de medyaya alîgirt rexne kir û got: “TRT yê kel û pelên bavê birêz Şebnem ku di mala wê de hatine girtin cuda dan xuyakirin û wê kirin hedef. Nîşakirina van kel û pelan û bi awayekî cuda xwendina wan nayê qebûlkirin. Li dadgehê hempîşeyên me ji bo doza were dîtin amade bûn. Lê belê bi îşkenceyê ew hatin dûrxistin û 5 kesên bertek nîşanî rewşê dan jî hatin binçavkirin.  Em ê li hember van zextan serî netewînin û em careke din ji vir bang dikin. Birêz Şebnem Korur Fincanci demildest berdin.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Wê AKP hesab bide gel”, “Şebnem vîna me ye” re bi dawî bû.