Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin 2022-10-27 16:24:17     WAN - Doza Rojbîn Çetîn a ku bi îşkenceya kûçikan rû bi rû ma bi biryara dosya divê bibin yek, hat taloqkirin.    Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endama Lijneya Rêveberiyên Herêma Demokratîk a HDP'ê Rojbîn Çetîn bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin. Rûniştina doza darizandina Rojbînê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Rojbînê ji Girtîgeha Jinê ya Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Parêzerê wê li rûniştinê amade bû.    Rojbînê parastina xwe ya berê dubare kir û xwest bê tehliyekirin.    Heyeta dadgehê biryar da ku dosya bibin yek û rûniştin taloqî 8'ê Kanûnê hat kirin.