Rapora ji bo Aysel Tugluk hat amadekirin, gihişt girtîgehê 2022-10-27 12:58:13     STENBOL - Hat hînbûn rapora ATK'ê ya derbarê Aysel Tuglûk de ku dibêje "Nikara di girtîgehê de bimîne" gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê.    Saziya Tipa Edlî (ATK) derheqê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk de ku nexweşa demansê ye û li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin, rapora "Nikare di girtîgehê bimîne" dabû. Hat zanîn ku rapora ATK'ê gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê. Tê payîn ku piştî nivîsa "nikare di girtîgehê de bimîne" ya Dadgeriya Înfazê, dê Tûglûk were berdan.    Malbat û parêzerên Aysel ber bi Girtîgeha Kandirayê ve ketin rê.