Ji bo Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci daxwaza girtinê hat kirin 2022-10-27 12:26:56     ENQERE - Piştî îfadeya dozgeriyê Seroka Konseya Navendê ya Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin.    Seroka Konseya Navendê ya Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, ji ber gotinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve, bûbû hedef. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê Şebnem de lêpirsîn dabû destpêkirin û duh di danê sibehê de bi ser mala wê de hat girtin û hat binçavkirin. Şebnema ku anîn Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê, şevê din îfade da û îro di danê sibehê de anîn Edliyeya Enqereyê.    Piştî karê îfadeya ku 4 saetan dewam kir bi iddiaya "Propagandaya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin.