Çapemeniya Swêdê binçavkirina rojnamegeran kir rojeva xwe 2022-10-27 12:18:52     ENQERE - Rojnameya Journalisten a weşana Sendîkaya Rojnamevanên Swêdê bal kişand ser binçavkirina nûçegîhanên ajansên JINNEWS û Mezopotamyayê.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de li Enqere, Stenbol, Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Mêrsînê 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWSê hatin binçavkirin. Ji 11 rojnamevanan Zemo Aggoz duh bi şev piştî karûbarên îfadeyan bi şertê hefskirina malêh at berdan. Rojnameya Journalisten a weşana Sendîkaya Rojnamevanên Swêdê binçavkirina rojnamevanan nivîsand. Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da hûrguliyên binçavkirinê û wiha hat gotin: “Di serdegirtinên malan û buroya MA’yê de gelek kelûpelên dîjîtal, computer û arşîva rojnameyan hatin desteserkirin.”   Her wiha di nûçeyê de banga Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) a ji bo berdana rojnamevanan jî hat nivîsandin.