Piştgiriya ji bo rojnamegeran: Em hemû çapameniya azad in 2022-10-27 09:48:58     STENBOL - Siyasetmedarên bertek nîşanî binçavkirina 11 xebatkarên çapemeniya azad dan wiha gotin:"Rojnamegeran li dijî îşkenceyê serî netewandin, ev helwesta serhildana hevpar e. Ev zext û zordestî wê dawiya wan bîne. Em hemû çapameniya azad in! Em ê bidomînin ku li gel çapemeniya azad bin."   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 9 bajaran bi ser malên rojnamegeran de hatin girtin û nûçegîhanên me Habibe Eren, Oznur Deger, Mudura Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhanên MA'yê Bêrîvan Altan, Deniz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Ceylan Şahinli û rojnameger Mehmet Gunhan di 25'ê Cotmehê de hatin binçavkirin. Nûçegîhana JINNEWS'ê Derya Ren jî di çarçoveya lêpirsîneke din de bi hinceta cezayê wê teqez bûye hat girtin.    Bi rojnamegeran serî nedan tewandin   Di dema binçavkirinê de her çiqas polîsan xwestin serê rojnamegeran bidin tewandin jî rojnamegeran li berxwe dan û serî netewandin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji aliyê dozgeriyê ve biryara qedexeya hevdîtina parêzeran a 24 saetan hat dayin. Piştî bidawîbûna qedexeyê parêzer rojekê şûnde li emniyeta Enqereyê bi rojnamegeran re hevdîtin kirin. Bi destên kelepçekirî kişandina wêne ya li ber ala tirk li rojnamegeran hat ferzkirin. Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran û îşkenceya li wan hat kirin didomin.    Siyasetmedarên bi rojnamegeran re ket nava piştevaniyê dan zanîn wê rojnameger dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin û gotin ew ê serî netewînin.    Tê xwestin heqîqet bê veşartin  Berdevka Demkî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, da zanîn ku ev operasyona li dijî rojnamegeran berhemê şerê îktidarê ya li dijî gelê kurd e û wiha got: "Tê xwestin derbeyê li çapemeniyê kurd bixin û heqîqetê veşêrin. Ev gavên veguherandina şer a hilbijartinê ye. Dibe hîn sor bibe. Wekî sûc jî 'Teşwîqkirina dijminatî û kînê ya civakê' tê nîşandan. Ev jî Zagona Sansurê ya ji meclîsê hat derbaskirin işaret dike. Ev encama nivîsandina rastiya sûcê li dijî civakê dikine. Ev operasyon wekî alava dûrxistina gelê kurd a ji gelên dinê ye. Di heman demê de jî bi vê operasyonê gefa ' Ger hûn biaxivin wê dawiya we wekî çapemeniya kurd be' li aliyên din dixwe. Divê em li dijî van êrişana bisekinin. Rojnamegeran li dijî îşkenceyê serî netewandin, ev helwesta serhildana hevpar e. Ev zext û zordestî wê dawiya wan bîne. Em hemû çapameniya azad in! Em ê bidomînin ku li gel çapemeniya azad bin."     'Bila nebêjin qey wê bikaribin çapemeniyê bêdeng bikin'     Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan da zanîn bila nebêjin qey wê bikaribin çapemeniyê bêdeng bikin û wiha got:"Hemû mûxalîf para xwe ji polîtîkayên zextê yên îktidara siyasî digirin. Lê siyasetmedar û rojnamegerên kurd hîn bêtir bi sepanên taybet rû bi rû dimînin. Operasyon, binçavkirin, girtin nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka kurd a îktidarê nîşan dide. Îktidar bi zagona sansurê, bi zext, girtin, binçavkirinan dibêje qey wê xebatkarên çapemeniyê bêdeng bike."     'Ew ê bi zordestiyê dawiya xwe bînin'   Hevseroka Partiya Avakirina ji nû ve ya Sosyalîst (SYKP) a Stenbolê Gurşenay Dalveren da zanîn ew ê bi zordestiyê dawiya xwe bînin û wiha pê de çû:"Îktidar her ku dikeve tengasiyê di her serdema hilbijartinê de aliyên mûxalîf, kurdan, sosyalîst û hêzên demokrasiyê dike hedef û êrişî çapemeniyê dike. Îktidar ji bo li ser piyan bimîne, bi dezanformasyon û Zagona Sansurê dixwaze sûcê kiriye binpaç bike. Ew ê bi zordestiyê dawiya xwe bînin."     'Ew ê nikaribin serê me bidin tewandin'   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren jî da zanîn ku hîn Zagona Sansurê neketiye meriyetê "faşîzm" tê sepandin û wiha lê zêde kir:"Rojnameger ji ber heqîqetê dinivîsin hatin binçavkirin. Divê rojnameger demildest bên berdan. Ew ê nikaribin serê me bidin tewandin. "