'Armanca akademiyan avakirina civakek polîtîk û exlaqî ye' 2022-10-27 09:02:02     Hêlîn Asmîn   QAMIŞLO - Endama Meclîsa Kongreya Star a Perwerdeyê Berîvan Yonus derbarê vekirina akademiya hevbeş a jin û mêran a li Kantona Hesekê wiha got:"Li tevahî kantonên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê akademî hene. Armanca me ya avakirina van akademiyana, avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û polîtîk e. Di heman demê de avakirina hişmendiya civakeke hevşbeş e."   Kongreya di destpêka Şoreşa Rojava de hewl dide di her warî de jin xwe pêş bixe û derfet ji wan re bê avakirin. Li dijî zihniyeta baviksalarî xebatên xwe dike û mafê jinê diparêze. Jinên xwedî bawerî, çand û zimanên cuda ne di bin heman banî de dihewîne û wan bi rêxistin dike. Di aliyê pêşketina akademiyan de jî xwediyê kedeke mezin e.    Kongreya Star amadekariyên yekemîn akademiya fikrî, birdozî, sosyolojî û zanyariya hevbeş a jin û mêran, li Kantona Hesekê, dike. Armanca vekirina akademiyê ew e ku civak li ser fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe perwerde bike. Wê navê Şehîd Perwîn Derwîş a di 1997'an de li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da li akademiyê bê kirin. Endama Meclîsa Kongreya Star a Perwerdeyê Berîvan Yonus têkildarî mijarê axivî.    'Armanca akademiyan avakirina civakek polîtîk û exlaqî ye'   Bêrîvan Yonus di destpêka axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: ''Bi bîranîna Salvegera Şehîd Bêrîtan ( Gûlnaz Karataş) a di 25'ê Cotmehê de me li Hesekê akademiya yekem a jin û mêran bi navê Şehîd Perwîn vekir. Li kantona Hesekê pêwîstî bi akademiyek bi vî awayî hebû. Ji ber civaka Hesekê ji kurd, ereb û kurdan pêk tê, ji bo em bikaribin netewan di bin sîwanekê de kom bikin û kar bikin, pêwîst e bi fikrê neteweya demokratîk bên perwerdekirin. Armanca vê perwerdeyê jî di destpêkê de fikrê Netewa Demokratîk e. Dîroka Kurdistanê, Dîroka Rojhilata Navîn, hevjiyana azad û Felsefeya Civaka Demokratîk û Ekolojîk, hevserokatî û Hûnera Rêvebiriyê ye. Armanca me ew e em bi rêbazên perwedeyê civaka xwe zana bikin. Wê bi  riya perwedeyê şoreş pêk bê. Şoreşa me jî şoreşa avakirina mirovahiyê ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî kantonên me akademî hene. Armanca me ya van akademiyan avakirina civakek demokratîk, exlaqî û polîtîk e."   'Me dewreyên bi navê kuştina hişmendiya mêrana da destpêkirin'   Bêrîvanê qala dewreyên perwerdeyê kir û wiha berdewam kir: ''Ev du sê sal in me wek Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star dixwest hemû qadê jiyanê bikin qadên perwerdeyê. Hem ji bo zarokan hem jî ji bo jin û mêran, lê wekî me dixwest pêk nehat, ji ber derfetê me û rewşa ku niha Rojava tê de ye, dest neda. Taybet ji bo mêran me xwest hin dewreyan vekin. Di sala 2021 û 2022'yan de me dewreyên bi navê kuştina hişmendiya zilamtî dest pê kirin. Di van dewreyan de, hinek pêşketin çêbûn. Gelek caran mêran bi xwe, bi xwe nîqaş dikirin. Di wan dewreyan de me dehurandinên civakê kir, ji bo em bikaribin hevsengiya di nava civakê de ava bikin. Ev hemû ji me re bûn bingehên ku em bikaribin dewreyên hevbeş vebikin. Ji ber heta niha me her tim dewreyên ji hev cuda vedikir. Ev cara yekê ye ku wekî Kongreya Star em perwerdeyên hevbeş vedikin. Em di encama van de tecrubeyên şênber jiyan. Wekî mînak em dikarin qutbûna di navbera jin û mêran de bidin. Armanca van perwerdeyan avakirina hişmendiya hevjiyana azad û vegera  jiyana xwezayî ye."   'Bi rihê Bêrîtanan em ê li hember îxaneta PDK'ê têbikoşin'   Bêrîvanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Di salvegera Şehîd Bêritan de niha li çiyayên azad gerîla li hember îxaneta PDK'ê li berxwe dide û dîrok dubare dibe. Dibêjim çi dibe bila bibe lê em ê wekî jinên Kurd û gelê Kurd bi her awayî têkoşîna xwe berdewam bikin. 17 gerîlayên ku di vê rêkê de şehîd bûne em bi bîr tînin. Di heman demê de ez îxaneta PDK'ê şermezar dikim. Gelê Kurd dîroka ku jiyaye ji bîr nake. Ji ber dîroka îxaneta mala Berzanî li ber çavan e. Gelê Kurd wê hesabê îxaneta mala Berzanî bipirse. Xeta Bêrîtanê ji bo me rêka esasî ye. Çawa Bêrîtan li hember îxanetê li berxwe da wê jinên kurd jî li berxwe bidin. Ji Rojavayê Kurdistanê heta Başûrê Kurdistanê bi rihê Bêrîtanan em ê li hember îxaneta PDK'ê têkoşînê bikin. Bêrîtan bû sembola têkoşîna jinê.''