ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-10-27 09:00:00     *Rojnameger Frederîke Geerdînk der barê bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê hatiye bikaranîn de axivî û got: “Ger ku çareseriya pirsgirêka Kurd bê xwestin, ne zehmet e. Divê bi Ocalan re bê axaftin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji tevlikirina OPCW ya vê pêvajoyê hîn hêsantir e.” DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Kongreya Star a Perwerdeyê Berîvan Yonus derbarê amadekariyên vekirina akademiya hevbeş a jin û mêran a li Kantona Hesekê wiha got:"Li tevahî kantonên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê akademî hene. Armanca me ya avakirina van akademiyana, avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û polîtîk e. Di heman demê de avakirina hişmendiya civakeke hevşbeş e." DÎMEN HEYE   *Çîlem Kuçukkeleş da zanîn ku serokomar jî maseya 6’an jî li hember elewiyan di heman polîtîkayê de dibin yek û got sedema dijminahiya desthilatdariyê ya li hember elewiyan ev e ku elewî bi jinan re dimeşin. BI DÎMEN    *Girtiya bi navê Hatîce Kaymak a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê girtî bû, bi awayek kêyfî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Alanyayê hat kirin. Di dema sirgûnê de Hatîce bi îşkence û gefan re rû bi rû hatiye hîştin. Xwîşka Hatîce, Rojda Kaymak bertek nîşanê rewşê da û bang  gelê Kurd kir ku xwedî li girtiyan derkevin û vê bêdengiyê bişkînin. BI DÎMEN    *Siyasetmedarên bertek nîşanî binçavkirina 11 xebatkarên çapemeniya azad dan wiha gotin:"Rojnamegeran li dijî îşkenceyê serî netewandin, ev helwesta serhildana hevpar e. Ev zext û zordestî wê dawiya wan bîne. Em hemû çapameniya azad in! Em ê bidomînin ku li gel çapemeniya azad bin." BI DÎMEN    * HDP û TJA’ê dê ji bo binçavkirina rojnamegeran li Qilebanê daxuyaniyê bidin. (10:00)   * Rêxistina HDP’ê ya Qilebanê dê 2’yemîn kongreya xwe ya asayî pêk bîne. (11:00)