7 rojnamegerên hatin binçavkirin birin Enqereyê 2022-10-26 14:10:22     ENQERE - 7 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereye de li Amed, Mêrdîn û Rihayê hatin binçavkirin anîn Muduriyeta Emniyetê.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di 25'ê Cotmehê de li 9 bajaran polîsan bi ser malên rojnamegeran de girtin û 7 rojnamegerên hatibûn binçavkirin anîn Enqereyê. Mudura Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever li Stenbolê nûçegîhanê MA'yê Hakan Yalçin jî li Wanê hatibû binçavkirin. Dîren û Hakan do bi şev anîn Enqereyê.    Nûçegîhana me Habîbe Eren a li Amedê hat binçavkirin, Nûçegîhanê MA'yê Selman Guzelyuz, Nûçegîhana me Oznur Deger a li Mêrdîn hat binçavkirin, Nûçegîhanên MA'yê Ceylan Şahinli û Emrullah Acar ên li Rihayê hatin binçavkirin anîn Enqereyê.    Bi rakirina sînorkirinê tê hêvîkirin parêzer bi muwekîlên xwe hevdîtinê bikin.