Lêgerîna tazî li Arîna 45 rojî kirin 2022-10-26 08:37:18     ENQERE - Lêgerîna tazî li pitika 45 rojî ya Rojnameger Zemo Aggoz a ku ji bo şîr, birin emniyetê, hat kirin.    Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de do nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zemo Aggoz, do bi serdegirtina malan hatibû binçavkirin. Piştî Zemo birin emniyetê pitika wê ya divê ji du saetan carekê şîr vexwara 5 saetan birçî hat hiştin. Bi hevdîtina parêzeran a bi dozger re 5 saet şûnde Zemo pitika xwe şîr da.    Li paçikê pitikê geriyan   Pitika ku di sermayê de birin emniyetê lêgerîna tazî lê hat kirin. Paçikê pitikê jî hat girtin û dewsa wê yeka din dabûn ber.