8’emîn Mîhrîcana Bêrîtan îro bi dawî dibe 2022-10-25 16:13:00       MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 8’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehît Bêrîtan bi coş û kelacenekê di roja xwe ya dûyem de dom dike Di roja dawî ya mîhrîcanê de bernameyên cuda hatin lidarxistin.   8’emîn Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan a li Wargeha Şehît Rustem Cûdî (Mexmûr) di roja duyem de bi coşek mezin dom dike. Mîhrîcana çand û hunerê ji 2005’an vir ve her du salan carek di bin pêşengiya Meclisa Îştar, Weqfa Jinên Mexmûrê û Kevana Zêrîn de tê lidarxistin, lê ji 2017’an vir ve ji ber êrişên li ser wargehê nedihat lidarxistin. Mîhrîcana ku du rojan dom dike, di roja yekemîn a mîhrîcanê de wêne, berhemên çandî û xwarinên Kurdewarî hatin pêşkêşkirin. Her wiha li salona konferansê ya Mexmûrê bi xwarinên cur be cur ên kurdewar gelên wargehê hate pêşwazî kirin. Jinan xwarinên wekî eprax, devîn, dan û mast, kutilk, biryanî, metfûnî û hwd çêkirin.   Îro jî di roja xwe ya duyem û dawiyê de li ser girîngiya mîhrîcanê axaftin hatin kirin û derbarê pêvajoyê de gelek peyamên girîng hatin dayîn. Di mîhrîcanê de Koma Govendê ya Zarokan û Koma Şanoyê derketin ser dikê.   Piştre hunermend Sosin û dûre jî Koma Hezex derket ser dikê.