Pervîn Bûldan: Hûn nikarin bi heqîqetê serî bidin tewandin 2022-10-25 15:53:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Pervîn Bûldan a binçavkirina rojnamevanan şermezar kir, wiha got: “Desthilatê qanûna sansurê bi operasyona bi îşkence ya li dijî rojnamevanên kurd xist meriyete. Hûn nikarin bi heqîqetê serî bidin tewandin, hûn ê winda bikin.”   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan binçavkirina 11 rojnamevanan a di operasyona navenda wê Enqere li 9 bajaran de hate kirin şermezar kir. Pervîn a têkildarî mijarê li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da wiha got: “Desthilatê qanûna sansurê bi operasyona bi îşkence ya li dijî rojnamevanên kurd xist meriyete. Hûn nikarin bi heqîqetê serî bidin tewandin, hûn ê winda bikin. Hevkarên wê yên di salên 90’î de nikaribûn çapemeniya azad bêdeng bikin hûn jî dê nikarin bêdeng bikin.”