Di êrişa li ser Qamişloyê de 2 kesî jiyana xwe ji dest dan 2022-10-25 13:46:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser êrîşa dewleta tirk a li Qamişloyê ku bi balafira bêmirov a bombebarkirî kir, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ev veguherîneke metirsîdar û nîşana encamên xirab e ku û bi wê yek rê ji dewleta tirk re tê ?vekirin aloziyan zêde bike.?   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa dewleta tirk a li Qamişloyê de, 2 kesî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.    Daxuyanî wiha ye:   ”Dewleta tirk a dagirker di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê me yê sûrî yê li ?herêmên Rêveberiya Xweser û ji bo têkbirina îstiqrarê û derxistina tevliheviyê, hewl dide bi ?hemû îmkanên xwe sivîlan  û malên wan bike hedef, ev jî bêyî tu astengiyên qanûnî û ?navneteweyî pêk tê.  ?   Ev veguherîneke metirsîdar û nîşana encamên xirab e ku û bi wê yek rê ji dewleta tirk re tê ?vekirin aloziyan zêde bike.?   Balafira bêmirov a biçek ku duh Qamişlo kir hedef berdwama rêzeêrişên bi balafirên ?bêmirov e, bi her awayî nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî erşkere şer ?radighîne. Yê sûdê jê digirin jî hêzên çete û terorîst in, di serî de jî DAIŞ û nameyeke zelal a ?pêkanîna qirkirinê ye. ?   Hedefgirtina fermandarên QSD’ê yên ku şerê terorê kirine, her wiha hedefgirtina welatî, ?mal û milkên wan, karkerên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl ji hêla dewleta Tirk a dagirker ?ve binpêkirina eşkere ya hemû pîvanên exlaqî, mîsaq û peymanên navneteweyî ye.?   Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de êrişa duh (??24??’ê Cotmehê)?? ?li ?ser Qamişlo û hedefgirtina yek ji saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser ku di encamê de 2 ?welatî şehîd bûbûn, şermezar dikin û em teqez dikin ku bêdengiya çi aliyeke ji aliyên aktîf li ?Sûriyê, bêdengiya civata navneteweyî û saziyên navneteweyî dikeve berjewendiya ?desteka siyasî ji dewleta Tirk re û şerê wê li dijî sûriyan û herêmên me. Divê ev yek bi ?helwestên zelal û cesaret ku nirx û qanûnên navneteweyî teqez dikin werin nîşandan û ?divê di navbera hincetên dewleta Tirk û şêweyên hedefgirtin û şerê wê yên bêrewa li dijî ?sûrî û herêmên me de ji hev bên cudakirin.?   Em ji gelê xwe re bi hemû pêkhateyên wê teqez dikin ku em di parastina destkeftiyên gelê ?xwe û mafên wî yên îstîqrar, xwerêxistinkirin û parastina rewa de dewam dikin û li hember ?parastina destkeftiyên şoreşa gelê xwe de dudilî nabin.”