Li Wanê mirina jineke ya bi guman 2022-10-24 09:58:28     WAN - Li navçeya Bêgirê jina bi navê Ş.Ç a 55 salî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Kandahar a navçeya Bêgirê ya Wanê jina 55 salî ya bi navê Ş.Ç. hat îdiakirin ku ketiye tenûra ku lê nan dipêja û şewitiye. Xizmên Ş.Ç. gazî tendirustvanan kirin. Tîmên tendirustyê ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Ş.Ç. jiyana xwe ji dest daye.   Cenazeyê Ş.Ç birin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Wanê.