Tevgera Aştiyê ya li Fransayê nerazîbûn nîşanî êrişên kîmyewî da 2022-10-22 14:06:46     NAVEND NÛÇEYAN - Tevgera Aştiyê ya li Fransayê bal kişand ser êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û bang li civata navneteweyî kir ku dawî li êrişan bînin.   Tevgera Aştiyê ya li Fransayê bi daxuyaniyekî nivîskî têkîldarî êrişên çekên kîmyewî ên dewleta Tirk daxuyaniyek da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Em hîn bûn ku di çarçoveya operasyona leşkerî ya arteşa Tirk ya li hemberî Hêrêma Kurdistanê de nêzî 40 şervanên kurd bi gumana bikaranîna çekên kîmyewî şehîd bûne û bi sedan şervan jî birîndar bûne.   Dîmenên ku ji aliyê şahîdan ve hatine kişandin, têkîldarî bikaranîna gazên jehrî delîlên pir xurt nîşan dide. Kîmyagerên endamên ÎPPNW ku çûn hêrêmê, şopên gazên kîmyewî li qadên çiyayî ku arteşa Tirk ji vir vekişiyaye, tespît kirin. Tarîfên bandorên ku li ser cenazeyan hate tespîtkirin, çavkaniya wan ya mirinan piştrast dike. Ji bo piştrastkirina sûcên şer, ji aliyê pisporên navneteweyî ve li ser bikaranîna çekên kîmyewî xebat tên kirin.   Bikaranîn û hilanîna çekên kîmyewî ya ku ji bo komkujiya giştî tên bikaranîn, di sala 1997’an de bi Peymana Çekên Kîmyewî hat qedexekirin.   Serokkomarê Tirkiyeyê û hevalbendên wî ku li welat di nav tengasiyekî de ne, beriya hilbijartinên diyarker ku bên kirin, êrişî rêxistinên kurd ên li hemberî xwe dikin. Bi van êrîşên xwe qanûna navneteweyî binpê dike. Tevgerên Kurd gelek caran rêz dane biryara agirbestan, lê dewleta Tirk her car ji aliyê xwe ve biryara agirbestê xira kiriye. Her tim daxwazên şert û mercên jiyana komînal paşguh kirine.   Kurd ku parçeyek ji têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ye, li Sûriye bi taybet di sala 2014 û 2015’an de li bajarê Kobanê ji bo pêşveçûna DAIŞ’ê asteng bikin, bûn hêzeke diyarker. Rûsya, DYE û Fransa ku bi vê wesiliyê bi kurdan re tîfaq kirin, piştre dest ji kurdan berdan û dema dewleta Tirk êrişên xwe li hemberî kurdan zêde kir ti bertekek raber nekirin. Niha di şerê Ûkranyayê de Erdogan bi îdiaya ku her du aliyan digire hewl dide di navbera Ûkranya, NATO, DYE û Rûsyayê de xwe weke navbeynkar nîşan bide.   Em bang li ciwata navneteweyî dikin ku dawî li êrişên li hemberî kurdan bînin û demildest şert û mercên xweseriyê bên gotûbêjkirin. Em daxwaz dikin ku sedema mirina şervanên kurd were zelalkirin û ji bo eşkerekirina berpirsan lêkolîneke fermî bên kirin.”