Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyin Toraman pirsîn 2022-10-22 13:48:22   STENBOL - Dayikên Şemiyê vê heftê li aqûbeta Huseyîn Toraman ê 31 sal in windaye pirsîn û gotin: "Bi zext û zilmê dixwazin me ji Qada Galatasarayê veqetînin. Lê belê em bêdeng nabin û em dev jî qadê bernadin."    Dayikên Şemiyê bi mebesta pirsîna aqûbeta windayan û darizandina kujerên wan, her hefteyê bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” çalakî li dar dixin. Dayikên Şemiyê, di hefteya 917’an de çalakiya xwe bi online kir. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn.    Xizma Hasan Ocak Dilcan Acer daxuyaniya vê heftê xwend û got: "31 salê malbata Huseyîn ji bo pêkanîna edaletê têdikoşe. Huseyîn Toraman bi zorê bi maşîneya torosa spî ya bi plaqeya 34 ATZ 56 hat siwarkirin. Şêniyên taxê û hevjîna Huseyînê bû şahîdê birina wî. Piştî îxbara şêniyên taxê polîsên li Qereqola Çinarê hatin cihê bûyerê û beyî tiştekî bikin vegeriyan. Bavê Huseyîn Alî Riza xwe gihand amîrê qereqolê û got 'We çima mudaxeleyî kesên kurê min revandine nekir?   Amîrê qereqolê jî bersiva 'Kurê we nehat rewandin ji hêla polîsên sivîl ve hatiye binçavkirin. Ji ber vê mudaxale nekirine'. Bavê Huseyîn qeyda deng a hevdîtina xwe ya bi amîrê qereqolê re girt û serî li Emniyeta Stenbolê û dozgeriyê da. Ligel qeyda deng û şahîdan binçavkirina Huseyîn hat înkarkirin.  Malbat bûyer bi rêya çapemeniyê ji raya giştî re ragihand. Piştî zextên raya giştî Midûriyeta Emniyeta Stenbolê bêdengiya xwe xirakir û got 'Di 5'ê kanûna 1991'an de lêgerîna Huseyîn hebû lê belê nehat binçavkirin'. Her wiha windakirina Huseyîn bi pêşniyaznameyê ket rojeva Meclîsê jî.    Malbat vê demê bi Midûrê Emnîyetê ya Stenbolê Mehmet Agar, Serokwezîr Suleyman Demîrel û Wezerata Karê Hindurin Îsmet Sezgîn re hevdîtin pêk anî. Lê belê Meclîs û rayedarên dewletê binçavkirina Huseyîn Toraman red kirin. Hemû serlêdanên malbat û ÎHD'ê bê encam man. Binçavkirina Huseyîn hat înkarkirin. Di sala 1991'ê de Serdozgeriya Komara Fatîh lêpirsînek da destpêkirin lê belê ev jî bê encam ma. Di sala 2011'an de carek din serlêdanek pêk hat û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî bi hinceta 'demborî' lêpirsin nekir û dosya girt. Bi îtîrazên ku hatin kirin biryara girtina dosyayê hat betalkirin. Lê belê heta îro jî derbarê dosyayê de tu pêşketin pêk nehat.    Divê derbarê darizandin û girtina faîlan de gavek bê avêtin û dosyaya Huseyîn Toraman bê lêkolînkirin. Berpirsiyariya xwe ya pêkanîna edaletê divê bicih bînin. Em di salvegera 31'emîn de israra dayika Huseyîn Hatîce ya 'Min digot qey tenê kurê min di binçavan de hatiye windakirin. Me li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Me bi 7 kesan destpê kir û em bûn sed kes. Bi zext û zilmê dixwazin me ji Qada Galatasarayê veqetînin. Lê belê em bêdeng nabin û dev jî bernadin' em ê her demê  bidomînin. Em bang li civakê dikin ku divê li dijî bêhiqûqî û nêzikatiya kêyfî dengê xwe bilind bikin."