Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel di azadiyê de bi israr e 2022-10-22 11:43:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadî û li dijî qetilkirina Jîna Emînî bê navber dewam dike. Duh li şev li bajarê Sine ciwanan li kolanan agir pêxistin û li taxên nav bajêr bê navber dirûşmên dijî desthilata Îranê qêriyan.   Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadî û dijî qetilkirina Jîna Emînî bê navber dewam dike. Duh xelk daketin qadan û meşiyan, bê navber dirûşmên ji bo azadiyê qêriyan û nerazîbûna xwe anî ziman.   Duh piştî nimêja Înê li bajarê Zahîdan bi sedan kes meşiyan û dijî desthilatê dirûşme qêriyan. Êrişên hêzên rejîmê jî bê navber dewam dikin. Ji bo dawîanîna serhildanê, hikumet serî li hemû rêyan dide, li gorî agahiyan duh herî kêm li Zahîdan 57 kes hatin binçavkirin. Hêjayî gotinê ye ji destpêka serhildanê heya niha li Zahîdan 93 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.   Duh bi şev dîsa li Zahîdan komek jin daketin qadan û bê navber dirûşme qêriyan. Jinan di nava kolanan meşiyan û nerazîbûna xwe anîn ziman.   Li bajarê Tahran, Esfehan, Tewrêz, Şuşter û gelek bajarên din ên Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin, ciwanan li van bajaran agir pêxistin û bê navber dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan.   Rêxistin û sendîkayên cûda êrişên hêzên Îranê ya li hemberî xwepêşanderan, şermezar kirin. Navneda Nivîskarên Îranê bi daxuyaniyekê êrişên hêzên Îranê yên ser dibistanan şermezarkirin û ragihandin ku ev êriş weke laperek reş  bikeve dîroka desthilata Îranê.   Encumena Sendîkaya Pîşeyî ya Mamostaan dijî êrişên ser xendevanan, bang li hemû mamostayan kirin ku roja sibe û dusibe bikevin grevê û neçûn dewamê.   Tê payîn îro jî weke hefteya borî li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakî werin lidarxistin.